07:51 24 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    lraqê biryar wergirt zimanê kurdî dîsa li ser kartên kel û pelên xwarinê zêde bike

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Aram Şêx Mihemed ê Cîgirê Serokê Parlementoya lraqê ragihand: "Wekî helwest girtin li hember jêbirina zimanê kurdî ya ji ser karta wergirtina kel û pelên xwarinê li Iraqê, me duh nivîsarek şand Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê û me jê xwest bê ji bo çi zimanê kurdî li ser kartên wergirtina kel û pelên xwarinê rakirine.

    Mihemed destnîşan kir ku Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê bersiv daye û weha gotiye: "Ji ber nebûna peywendiyên di navbera fermangehên dabeşkirina kel û pelên xwarinê yên li Herêma Kurdistanê û Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê zimanê kurdî ji ser kartên wergirtina kel û pelên xwarinê nehatiye nivîsandin. Tu armanceke siyasî li pişt vê yekê nîne.

    Herweha di daxuyaniya Cîgirê Serokê Parlementoya lraqê de hatiye gotin ku: "Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê bi fermî daxwaz ji çapxaneyênku Iraqê kiriye kartên wergirtina kel û pelên xwarinê bo hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê çap bike û zimanê kurdî jî û bi heman awayî zimanê erebî jî li serê binivîse.

     

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Iraqê bawer nekir ku jina kurd ya 119 salî dijî
    Herêma Kurdistanê hikumeta Iraqê derewand
    McGurk: Divê di her çalakiyên leşkerî de destura hikumeta Iraqê hebe
    Hikumeta Kanadayê heyetekê ji bo ezdiyan dişîne Iraqê
    Hikumeta Iraqê: "7 kesên biyanî hatin îdamkirin"
    Hikumeta Iraqê 36 mehkûm îdam kirin
    Etîketan:
    Kurdî, bazirganî, kart, Aram Şêx Mihemed, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de