18:45 19 Nîsan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Al-Arabiya: Ebadî ji danûstandina kurdan ditirse

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Rojnameya Al-Arabiya ya navenda wê li Londonê ye, di raporta xwe ya ku dispêre daxuyaniyên siyasetmedarên Iraqê de dibêje, tevî bangewaziyan jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji danûstandina ligel Herêma Kurdistanê ditirse.

    Di nûçeyê de tê gotin, Heyder Ebadî neçar e dîyalogê bi Hewlêrê re bide destpêkirin û tê diyarkirin, bi nêzbûna hilbijartinên giştî yên Iraqê re fişara muxalefeta şîe ya li ser Ebadî zêde dibe û Ebadî ditirse bi Hewlêrê re danûstandinê bide destpêkirin.

    EBADÎ GUHÊ XWE JI BANGEWAZIYAN RE DIGIRE

    Parlamentarê Iraqê yê ji hevpeymaniya kurd Eşwaq Caf ji rojnameyê re daye xuyakirin, Herêma Kurdistanê gelek caran ji bo çareserkirina pirsgirêkên aliyan banga hevdîtinan li Iraqê kiriye, lê Ebadî guhê xwe ji wan bangan re digire û destpêkirina danûstandinan bipaş dixe.

    Caf daxwazên hikûmeta Iraqê yên wekî radestkirina deriyên sînorî û girtina balafirgehan bi bîr dixe û ji Al-Arabiya re dibêje, divê ew pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de werin çareserkirin.

    DIBE KU HEFTEYA PÊŞ DANÛSTANDIN DESTPÊ BIKIN

    Rojname herwiha cih dide nirxandinên Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Mele Bextiyar jî û dide zanîn, dibe ku hefeteya pêşiya me di navbera Bexda û Hewlêrê de bi awayê nepen an jî eşkere danûstandin destpê bikin.

    PIRSA DERGEHÊN SÎNORÎ YEKSER BI MÛÇEYAN VE GIRÊDAYÎ YE

    Berdevkê hikûmeta Iraqê Saed Hedîsî jî ji rojnameyê re diyar dike ku pirsgirêka deriyên sînorî ku Herêma Kurdistanê radestî Iraqê nake, yekser bi mûçeyên fermanberan ve girêdayî ye ku dema ew çareser bibe dibe mûçe jî bên dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Kolombiya teqîn pêk hat: Herî kêm 30 kes birîndar bûn
    Ji bo çareserkirina krîza di navbera Bexda û Hewlerê dê partiyên şiî têkevin nav tevgerê
    Musteşarê pîşesaziya parastinê: kontrola S-400an wê bi temamî di destê Tirkiyê de be
    ‘Amerîkayê, serokên DAIŞê yên li Dêra Zorê birin Hasekeyê'
    Ji Pûtîn ji bo zarokê nexweşê pençeşêrê diyariya komputerê
    Serpelê rûs: Li Sûriyê di erîşên segî yên bi balafirên me hevpeymanî têk dibir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de