04:07 20 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Ji bo çareserkirina krîza di navbera Bexda û Hewlerê dê partiyên şiî têkevin nav tevgerê

    © REUTERS / Ahmed Saad
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şiiyên Iraqê Kamil Zeydî ragihand ku; ji tirsa paşxistina hilbijartinên parlamentoya Iraqê, dibe ku partiyên şiiyan ji bo çareserkirina krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikevin nav tevgerê.

    Kamîl Zeydî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku: Lijneyeke hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiribû, dieb ku vê lijneyê ji bo çareseriya kêşeyan rê xweş kiribe, lewra dê ew çend mijaran çareser bikin.

    Herwiha Zeydî destnîşan kir ku: "Partiyên şiî li Bexdayê bi awayekî cidî li ser vê yekê difikirin, ji bo çareserkirina vê krîza niha alîkariya Bexda û Hewlêrê bikin. Di piraniya civînên van partiyan de ev mijar tê axftin. Lewra li gor baweriya wan, çaresernebûna krîzê, karîgeriyê li ser dahatuyê jî dike û bi taybetî dê karîgeriyê li ser hilbjartinên parlamentoya Iraqê bike ku dê dimeha Gulanê de werin li darxistin.

    Bi heman mijarî:

    HWR: Iraq û Kurdistan wek hev in
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Deriyên sînorî yên Iraq û Kurdistan li ser wan gotûbêjan dikin, çi ne?
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Bexda, Kamil Zeydî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de