17:35 22 Nîsan 2018
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    PKKê ji bo Herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkeş kir

    © AP Photo / YAHYA AHMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50

    Murat Karayilan diyar kir ku ev pêvajo him ji bo kurdên êzidî him jî ji bo tevahiya kurdan pêvajoyeke girîng e û got, "Dema mirov li şert û mercên îro li Rojhilata Navîn, şert û mercên Kurdistanê û rewşa têkoşîna gelê Kurdistanê dinêre, têkoşîn ber bi encambûnê ve diçe."

    Endamê Komîteya Rêveber yê PKKê Murat Karayilan di axaftina xwe ya ji bo Çira TVyê de anî ziman ku piştî şerê li herêma Rojhilata Navîn, ev herêm wê ji nû ve were dîzaynkirin û got, "Di pêvajoya vê dîzaynkirinê de siyaseta înkarkirina gele kurd wê êdî wekî berê encam nede. Îro li dijî çeteyên DAIŞê û her cûre paşverûtiyê, di têkoşînê de gelê Kurd faktorekî bingehîn e. Ji ber vê yekê jî ev qonax ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e û firsendên pir girîng tê de hene. Heke siyaseta Kurd rast tevbigere, ji van şert û mercên heyî dikare serkeftinekê bi dest bixe.

    'TIRKIYE LI BAKURÊ KURDISTANÊ SIYASETEKE QIRKIRINÊ DIMEŞÎNE Û DIXWAZE LI PERÇEYÊN DIN JÎ VÊ SIYASETÊ BIMEŞÎNE'

    Karayilan di axaftina xwe de rexne li dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKPê girt û wisa berdewam kir: "Êrişên li ser siyaseta Kurd berfireh bûne. Hevserokên HDPê, parlamenter, hevşaredar di zindanê de ne. Dagirkeriya Tirkiyeyê siyateke qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Dixwaze vê siyasetê li beşên din ên Kurdistanê, Başûr, Rojava û Rojhilat jî bimeşîne. Ev dewleta Tirk a serkêşiya wê Tayîp Erdogan dike, siyaseta xwe li ser esasê dijberiya Kurd dimeşîne. Bi siyaseta xwe ya dijkurd, hewl dide li Tirkiyeyê damarê şovenîzmê xurt bike û li ser hîmê şovenîzmê xwe bike desthilat. Lê dagirkeriya Tirkiyeyê binketî ye. Li hemberî gelê kurd binketî ye. Di siyaseta xwe ya Rojava û Başûr de jî binketî ye. Dagirkeriya Tirkiyê îro ne serketî ye."

    'JI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN DIVÊ JI HEMÛ ALIYAN KOMÎSYONEK WERE AVAKIRIN'

    Murat Karayilan di nirxandinên xwe bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û pêşniyar kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê komisyoneke ji hemû aliyan were avakirin û ev tişt gotin, "Em dixwazin ji bo Başûrê Kurdistanê bibin alîkar. Îro li wir pirsgirêkek heye û em dixwazin ev çareser bibe. Lê belê divê mirov pirsgirêkê rast bibîne û şaşiyan rast tespît bike. Di vê çarçoveyê de pêşniyarên rêveberiya me çêbûn. Em dibêjin, divê ji hemû aliyan komîsyonek were sazkirin. Ev komîsyon ji saziyên sivîl û siyasî, ji hemû kes û aliyan, bi awayekî berfireh pêk were. Divê ev komîsyon platformên çareseriya demokratîk saz bike. Biçe bajaran bi gel re civînan çêke, li daxwazên gel guhdarî bike û li çareyan bigere û bixe biryar. Pêşniyara me ya ji bo çareseriyê ev e."

    'XWEPÊŞANDAN MAFÊ GEL E LÊ…'

    Karayilan ji bo xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê jî dest nîşan kir ku, xwepêşandan mafê gel e û ev tişt lê zêde kir: "Mafê gelê me ye xwepêşandanan li dar bixe. Divê xerakirin û şewitandin nebin. Herwiha divê li hemberî vî gelî çek neyên bikaranîn. Çareseriyeke ku civak pê qanî bibe pêwist e. Daxwazên civakê hene, vala derneketiye kolanan, sebebên xwe hene û li holê şaşî hene."

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe
    Karayilan: Zihniyeta Erdogan dikare bi hezaran mirovan bikuje
    Karayilan: Madem dijmin dibin yek divê em jî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin
    Karayilan: Divê Rûsya rê nede dewleta Tirk
    Karayilan: Divê mirov pişta xwe neda dijminê bav û kalên xwe
    Ji Karayilan daxuyaniya pêvajoya aştiyê
    Etîketan:
    pêşniyar, Endamê Komîteya Rêveber yê PKKê, Murat Karayilan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de