15:00 22 Gulan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    Hikûmeta Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Tirkmenan re civiya

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talabanî bi nûnerên pêkhateyên Tirkmenên Herêma Kurdistanê re civiyan.

    Iraq Bexda
    © Sputnik / Oleg Lastochkin
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li Hewlêrê, paytexta Kurdistanê bi nûnerên partî û rêxistinên Tirkmenan yên li Herêma Kurdistanê re civînek li dar xist.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmen Mîna Qehwecî di derbarê civînê de got: "Me wekî aliyên Tirkmenan xwest ku deskeftên me yên neteweyî werin zêdekirin û herwiha me daxwaza hilbijartinê kir. Me ji serokwezîr û cîgirê wî re got, nabe tenê postekî wezaretê yê Tirkmenan be."

    Qehwecî herwisa anî ziman ku wan herwisa ji bo debara rewşa xelkê daxwaza başkirina mûçeyan kiriye û got, "Hikûmetê spasiya pêkhateya Tirkmenan kir û soz da, ku di paşerojê de divê tirkmen bizanibin ew li Kurdistanê neteweya duyemîn in."

    Bi heman mijarî:

    Bi topên hewanê êrişî taxa tirkmenan kirin: Kuştî û birîndar hene
    Şandeyeke eniya Tirkmenan serdana Tirkiye û Îranê dike
    Avahiya Partiya Tirkmenan hat talankirin
    Di meclîsê de gengeşiya kurd û tirkmenan
    Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê
    Etîketan:
    aliyên siyasî, civîn, Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmen, Mîna Qehwecî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de