18:31 20 Gulan 2018
    Xurmatû

    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Endamê Serkirdayetî yê Komala Îslamî û berpirsê têkilîdanîna navenda partî û hikûmeta Kurdistanê ku di heman demê de parlamenterê berê Bilal Silêman ji bo kiryarên li Kerkûk û Xurmatûyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

    Endamê Serkirdayetî yê Komala Îslamî ku di heman demê de parlamenterê serdema borî bû Bilal Silêman ji bo kiryarên milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ku li Kerkûk, Xurmatû û li hemberî hemwelatiyên kurd têne kirin got: "Bi tenkîd em wî karî şermezar dikin. Ev karekî xirab û nemirovane ye. Li Xurmatûyê zilm û zordariyeke mezin li hemwelatiyan tê kirin. Ji bo hemû van tawanên ku li herêmên derveyê îdareyê bi taybetî yên ku nîqaş li ser tê kirin û li Xurmatûyê em hikûmeta Iraqê berpirs dibînin."

    ‘KUŞTIN, GIRTIN, TALAN Û DERBEDERKIRINA XURMATÛYÊ DIDOME'

    Bilal Silêman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi taybetî li herêma Xurmatûyê zilm, zordarî, kuştin, girtin, talan, sotandinî mal û derbederkirina xelk dewam dike û ev tawan e. Demildest divê hikûmeta Iraqê rê li ber van tawanê bigre, kesên ku ji van tawanan zirar dîtiye kerebû bike, yên ku tevlî van bûyerên nemirovane bûne desteser bike û ji bo darizandinê teslîmî dadgehê bike. Ev karekî pir kirêt e ji bo hikûmeta Iraqê."

    Iraq Bexda
    © Sputnik / Oleg Lastochkin
    ‘EV SÛCEKÎ PIR MEZIN E'

    Silêman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em wek Komela Îslamî bi rêya parlamenterên me yên Iraqê me bi şêweyekî giştî bi layanên Bexda re hevdîtin kir û herwiha bi çend welatên biyanî re jî ji bo rawestandina van bûyeran me pêwendî danî û daxwaz ji wan kir ku bi şeweyekî zûtir ji bo dawî li van tawanan were guvaşan li Bexdayê bikin. Li gorî me ev sûc e û sûcekî pir mezin e."

    Li gorî nûçeyên ajansên herêmî, erebên bedewî li navçe û dewrûberên Kerkûkê bi piştgiriya hêzên iraqî bi ser malên kurdan de digrin û ji bo ku di nava 3 rojan de malên xwe biterikînin wan tehdîd dikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Bîlançoya bûyerên herêma Xurmatûyê pir giran e'
    Heşda Şeibî herêma Xurmatûyê da ber top û hawanan
    Li Xurmatûyê şer di navbera Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de derket
    NY derbarê Xurmatûyê de hikûmeta Iraqê hişyar kir
    Heşda Şeibî nehişt heyeta NYyê biçe Xurmatûyê
    Balafirên Iraqê derdora Xurmatûyê bombebaran kir
    Etîketan:
    Komela Îslamî ya Kurdistanê, Heşda Şeibî, Bilal Silêman, Xurmatû, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de