07:34 27 Nîsan 2018
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Yekgirtûya Îslamî 24 xal pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê kirin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di civîna ligel Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxwazên ji 24 xalan pêk tên pêşkeş kirin.

    Di civîna 28ê Kanûnê ya ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîr Qûbad Talebanî beşdarî kirin de, Yekgirtûya Îslamî 24 xalên ku tê xwestin bersiva fermî bê dayîn û 21 xal ji wan jî rasterast werin bicihanîn, pêşkeş kirin.

    Hat zanîn ku daxwazên hatine pêşkeşkirin li ser debara xelkê, başkirina mûçeyên karmendan, reformên di sîstema birêvebirina Herêma Kurdistanê û bicihanîna daxwaziyên xwepêşenderan de bûn.

    Parlamentarê Yekgirtûya Îslamî Dr. Şêrko Cewdet piştî civîne ji televizyona Rûdawê re ragihandiye ku divê bi nivîseke fermî û bi awayekî zelal bersiva wan bê dayîn daku ew bi wê mebestê civîna duyemîn ligel hikûmetê saz bikin.

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên zivistana Marsê hatin weşandin
    YPGê cîhadiyê herî xedar ê fransî desteser kir
    Ronaldo cara 4emîn wek futbolîstê salê hat hilbijartin
    HDP: Pêdivî bi Abdulah Gul jî heye
    Sazkarê pêşengeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat girtin
    ‘Amerîka, dixwaze li Sûriyê şerê gêrîla bide destpêkirin lê dê bi ser nekeve'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de