10:33 24 Hezîran 2018
DAIŞ

Hicreyên DAIŞê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin

© AP Photo / albaraka_news, File
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hicreyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li derdora Kerkûk, Hemrîn û Diyalayê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin.

Hat ragihandin ku hicreyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li derdora Kerkûk, Hemrîn û Diyalayê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin. Di van rojên dawî de çend êrişên çekdarî û xwekujî pêk anîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, bi sedan milîtanên terorîst ên DAIŞê li başûr rojavayê Kerkûkê û li rêze çiyayên Hemrînê hene. Piştî ku 16ê Cotmetê Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve hat dagirkirin DAIŞê ev ji xwe re wekî firsend dît û ji bo êrişê kete amadebaşiyê.

DAIŞê rojên borî midûrekî polîsên Kerkûkê yê bi navê Fazil Sebawî û 5 parastvanên wî û serokê êşîra Ciheşatê Welîd Nurî, hevser û kurê wî kuştibûn. Welîd Nûrî di heman demê de fermadariya hêzên Heşdî Aşayir ku li başûr rojavayê Kerkûkê bûn dikir.

Bajarê Kerkûkê niha ji aliyê artêş, polîsên federal, polîsên herêmî û dijterorê ve tê parastin, lê kontrola derveyê bajêr di destê DAIŞê de ye, hê jî êrişên xwekujî pêk tîne û rêya hemwelatiyan dibire. Herêma ku DAIŞ ketiye nava tevgerê tenê 18 kîlometroyan ji navenda bajarê Kerkûkê dûr e.

Bi heman mijarî:

Erdogan li welatê afrîkî Sudanê DAIŞ û PYD şiband hev
Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer: 6 kuştî
Bafel Talebanî: DAIŞ dê vegere Iraqê
Erdogan: YPG û DAIŞ du rûyên heman madalyonê ne û înkara wê ne mimkun e
DAIŞ li Dêra Zorê li ber tunebûnê ye
Etîketan:
Artêşa Iraqê, DAIŞ, Kurdistan, Iraq, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de