09:01 19 Sibat 2018
Zindî
    Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê

    Wezîrê Navxweyî: Divê êdî balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê vebin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî daxwaz kir ku divê êdî balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê werin vekirin.

    Heyeta rêveberiyên pasaport, nişîngeh, karta zanyariyê û regezname yên parêzgehên Herêma Kurdistanê ku ji 21 endaman pêk tê û roja duşemê gihişte Bexdayê û li gel Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî civiyan.

    Rêvebirê Pasaporta Hewlêrê Dîdar Umer li ser naveroka civînê ragihand ku li hemberî Herêma Kurdistanê, helwesteke gelek erênî ya Qasim Erecî hebû. Ji me re got, hûn karê xelkê sivîl dikin, ez jî naxwazim pirsgirêkên siyasî bi karûbarên we were tevlihevkirin. Ji bo rêkûpêkkirina rênumayên xebata bihevre, hûn karên baş dikin.

    Mûçeyên rêveberiyên pasaport, nişîngeh, karta zanyarî û regeznameyê yên parêzgehên Herêma Kurdistanê ser bi hikûmeta Iraqê ye, Dîdar Umer amaje bi wê yekê kir, ku di civînê de daxwaza çareserkirina arîşeyên mûçeyan kirine, çimku hin caran li ser mijara mûçeyên van rêveberiyên ser bi hikûmeta Iraqê, arşîve derdikevin holê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê bi sedema hildana ala Kurdistanê 3 efserên kurd hatin girtin
    Ebadî: Me fermana xerckirina pereyên cotkarên Kurdistanê daye
    Serokekî nû ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê hilbijartin
    Serokê Parlamentoya Kurdistanê îstîfa kir
    Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa ‘Kurdistanê'
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê, Qasim Erecî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de