10:32 24 Hezîran 2018
Bajarê Kerkûkê

Li Kerkûkê bi sedema hildana ala Kurdistanê 3 efserên kurd hatin girtin

© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku 3 efserên kurd ên di artêşa Iraqê de, bi sedema ku ala Kurdistanê li ser kompaniya Pertola Bakur bilind kirine hatine girtin û lêkolîn li ser wan hatiye destpêkirin.

Hat zanîn ku wêneyên wan her sê efserên kurd li ser torên civakî hatiye belavkirin û tohmeta ku wan ala Kurdistanê li ser Petrola Bakur bilind kiriye li wan tê kirin.

Piştî belavbûna wêneyan jî tîmeke hêzên ewlekariyê ji Bexdayê çûye Kerkûkê û ew hersê efser hatine binçavkirin û li ser wan lêkolîn hatiye destpêkirin ku tê ragihandin ta niha aqûbeta wan nediyar e.

Li ser medya Herêma Kurdistanê hat belavkirin ku navê wan efseran Muqedem Ehmed Osman, Raid Siro Husamedîn Cebarî û Neqîb Şêrzad e.

Bi heman mijarî:

Li Kerkûkê karwana leşkerî ya Iraqê hat teqandin
'Em tenê wek nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyê dikarin beşdarî Soçiyê bibin'
Şaswar Ebdulwahîd û parlamanter Rabûn Meirûf hatin berdan
Televizyona Siûdî: ‘Dewleta Osmanî terorîst bû’
Serokekî nû ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê hilbijartin
Qeymeqam li Roboskî çûna ser goran qedexe kir
Li Diyarbekirê Operasyona Bitcoinê
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de