01:20 23 Hezîran 2018
Kerkûk - Petrol - Neft

Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer: 6 kuştî

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Kerkûkê, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî li sînorê Kerkûkê 6 milîtanên DAIŞê kuştin. DAIŞî bi kuştina midûrê polîsan dihatin sûcdarkirin.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Elî Fazil Omran di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di encama şopa milîtanên DAIŞê de li gundê Seîdiyê 3 milîtan hatin kuştin ku di kuştina midûrê polîsê Kerkûkê Eqîd Fazil Seîd Sebawî û kure wî de destê wan hebû.

Li gorî daxuyaniya Elî Fazil Omran, milîsên Heşda Şeibî 3 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê gundê Beşîr ê Kerkûkê kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku yekşema borî midûrê polîsê Kerkûkê Eqîd Fazil Seîd Sebawî û kurê wî li ser rêya Kerkûk-Hewîceyê û serokê eşîreke ereb û hevsera xwe jî li heman rêyê ji aliyê çekdarên nenas ve hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
Etîketan:
Heşda Şeibî, DAIŞ, Elî Fazil Omran, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de