05:56 20 Nîsan 2018
    Xurmatû

    Heşda Şeibî û Heşda Tirkmenî li ser kontrolkirina taxa kurdan şer kirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat ragihandin ku li bajarê Xurmatûyê alozî di navbera Heşda Tirkimenî û Heşda Şeibî ya Iraqê de derketiye û di navbera herdu hêzan de şerekî rû daye.

    Li gor zanyariyan şerê bi çekan ê di navbera herdu hêzan de 20 xulekan berdewam kiriye, lê aliyê din li gor daxuyaniya berpirsên qeymeqamtiya Xurmatûyê tirkmenan hêza xwe kom kiriye daku taxên kurdan bixin kontrola xwe.

    ‘LI SER KONTROLKIRINA TAXA KURDAN ŞER KIRIN'

    Li gor nûçeya BasNewsê Berpirsê Ragihandinê yê qeymeqamiya rewa ya Xurmatûyê Mihemed Fayiq li ser bûyerê ev daxuyanî da: "Îro, êvarî Heşda Tirkmen dixwest biçe nav taxên Kurdan, lê Heşda Şeibî ya Iraqê rê li ber wan girt, ev yeke bû sedema şerûpevçûnan di navbera her du aliyan de, lê di wî şerî ti ziyan rûnedan."

    ‘HEŞDA TIRKMENÎ DIXWAZE HEMÛ DIKAN Û MALÊN KURDAN BITEQÎNE'

    Li gor daxuyaniya Mihemed Fayîq, piştî bûyerê Heşda Tirkimenî dest bi komkirina hêzê kiriye daku taxên kurdan bixe jêr kontrola xwe û hemû xanî û dikanên tê de hene biteqînin.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Bêguman UFO hene
    Berpirsê Şîeyan: Gog niha li qada Hewlêrê ye, divê soza yekparçeyîya Iraqê bidin
    Şoygu: Rûsyayê li Atlantîkê tesîsên bêmînak ava kirin
    Pûtîn: Rûsya amade ye bi hemû welatan re hevkariyê bike
    Israîlê welatiyên tirk ên ku binçavkiribûn dersînor kirin
    Serokomarê Iraqê hişyarî da Ebadî: Baca redkirina kurdan pir mezin e
    Etîketan:
    Xurmatû, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de