00:49 21 Nîsan 2018
    Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

    Berpirsê Şîeyan: Gog niha li qada Hewlêrê ye, divê soza yekparçeyîya Iraqê bidin

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê Dosyeya Kurdî li nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê Ebdullah Zeydî, diyar kir ku ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê niha ti hewldanek nîne û got, 'Niha gog li qada Hewlêrê ye, divê pabendbûna xwe ya yekparçeyîya Iraqê nîşan bidin.'

    Ebdullah Zeydî beşdarî bultena televizyona Rûdawê bû û şertên ji bo destpêkirina danûstandina Bexda û Hewlêrê eşkere kirin.

    ‘DÊ QEBÛLKIRINA YEKPARÇEYÎYA IRAQÊ REWŞÊ ASAYÎ BIKE'

    Berpirsê Dosyeya Kurdî li nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê ku hevpeymaniya desthilardar e û Ebadî û Malikî di nav de cî digirin, wiha axivî:

    "Niha gog li qada Hewlêrê ye, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê panbendî biryarên Dadgeha Federalî bibe, ku daxwaza yekparçeyiya Iraqê dike, ne ku tenê rêz li biryaran bigire. Çimku pabendbûn, ji rêzgirtinê cudatir e. Qebûlkirina yekparçeyiya Iraqê, dê rewşê asayî bike û di navbera Hewlêr û Bexdayê de nêzîkbûnekê çêbike, da ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan danûstandinên bingehîn werin kirin."

    ‘DIBE KU PIŞTÎ SERÊ SALÊ GEREKE GOTÛBÊJAN DESTPÊ BIKE'

    Ebdullah Zeydî di bultena Rûdawê de bersiva pirsan da û got: "Heta niha ji bo destpêkirina gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê ti hewldanekê nabînim. Li ser vê mijarê ti zaniyariyên min jî tine ne, lê ji medyayên Kurdistanê ev tê bihîstin, dibe ku piştî serê salê, yan jî piştî çend rojan dê gereke gotûbêjan dest pê bike."

    ‘DIVÊ DANÛSTANDIN LI SER ÇEND BINGEHÊN DIRUST DESTPÊ BIKIN'

    Ebdullah Zeydî ragihand: "Em gotûbêjan girîng dibînin. Divê di qonaxa dahatû de dest bi gotûbêjan were kirin. Beriya niha jî me eşkere kiribû ku hikûmet pabend e bi danîna bingeha vê gotûbêjê. Herwiha hikûmet ji aliyê parlementoyê ve destvekirî ye. Lê em weke Hevpeymaniya Niştimanî daxwaza danûstandinan dikin, lê divê ev gotûbêj li ser çend bingehên dirust dest pê bike."

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Rûsyayê li Atlantîkê tesîsên bêmînak ava kirin
    Israîlê welatiyên tirk ên ku binçavkiribûn dersînor kirin
    Serokomarê Iraqê hişyarî da Ebadî: Baca redkirina kurdan pir mezin e
    Rêveberiya Trump dê lîsteya ‘zilamên nebaş' ên rûsî pêşkeşî kongreyê bike
    Serokê Goranê ji bo kesên hatine binçavkirin û NRTyê daxuyanî da
    'Li gel ew qas heqaretan mirov ji kurdên nav AKPê re nikare bibêje ew kurd in'
    Kurdî li saziyeke mezin a ewropî bû zimanê fermî
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de