06:22 21 Gulan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Şandeke hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şandeke hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq ku ji lijneya çavdêrîkirina koçberan pêk hatiye û birîkarê wezareta navxweyî ya Iraqê jî di nav de ye, îro 25ê Kanûnê serdana Hewlêrê kir.

    Jêderekî ji wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Şanda hikumeta Iraqê îro serdana Hewlêrê kir û ligel wezîrê navxweyî yê herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî û berpirsên wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê civînek li dar xistin."

    MEBESTA SERDANA ŞANDA IRAQÊ ŞOPANDINA REWŞA KOÇBERAN E

    Li gor zanyariyan mebesta serdana şanda Iraqê ya Hewlêrê, ji nêz ve haydarbûna rewşa koçberên li herêma Kurdistanê yên ku di xîvetgehan (kamp) de dimînin e.

    Herwiha şanda Iraqê hewildanên bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji wan malbatên koçberan re şopandiye û li ser vegera wan a ser mal û cihên xwe yên li Iraqê danûstandin kirine.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Rûsya amade ye bi hemû welatan re hevkariyê bike
    Israîlê welatiyên tirk ên ku binçavkiribûn dersînor kirin
    Şoygu: Rûsyayê li Atlantîkê tesîsên bêmînak ava kirin
    Serokomarê Iraqê hişyarî da Ebadî: Baca redkirina kurdan pir mezin e
    Rêveberiya Trump dê lîsteya ‘zilamên nebaş' ên rûsî pêşkeşî kongreyê bike
    Serokê Goranê ji bo kesên hatine binçavkirin û NRTyê daxuyanî da
    'Li gel ew qas heqaretan mirov ji kurdên nav AKPê re nikare bibêje ew kurd in'
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de