Serokê Giştî yê Tevgera Goranê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, rêzê li ramanên azad bigire, rê li ber dezgehên medyayî yên azad were vekirin û saziyên medyayî yên ku hatine girtin jî demildest werin vekirin.
Umer Seyîd Elî got,: "Ti hinceta wê tune ye ku hemwelatî li ser daxwazên mafên xwe, li derveyî yasayan werin desteserkirin.
DI XWEPÊŞANDANAN DE GELEK ZIYAN GIHÎŞTIBÎ PARTÎ Û SAZIYAN
Di encama xwepêşandanên ku 18ê Kanûnê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê yên Silêmanî, Helebce, Koye û Çemçemalê destpê kiribûn de, gelek baregehên hikûmetê, partiyan û vahiyên giştî hatibûn şewitandin û 2 kesan li Ranyeyê can dabû bi giştî zêdetirî 80 kes jî birîndar bûbûn.Herwiha Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi sedema tohmeta wan xwepêşandanan weşana kanalên NRT TV dabû rawestandin û xwediyê NRTyê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid û hin rojnamevanên NRTyê, tevî parlementer Rabûn Meirûf hatibûn binçavkirin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)