07:52 20 Nîsan 2018
    PKK-Qendil

    'Li Qendîlê avakirina herêmeke nû ji aliyê PKKê ve projeya Barzanî û Îsraîlê ye'

    © AP Photo /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 03

    Yek ji endamên Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Iraqê li ser bikaranîna Herêma Çiyayê Qendîlê ji aliyê PKKê ve parast ku ev yek encama projeya Îsraîlê û rola Barzanî ye.

    Li gorî agahiyên malpera ajansa Îranê ya bi navê Mehrê endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Îskender Wetût diyar kir ku avakirina herêmeke nû ya kurdî li bakurê Iraqê ji aliyê PKKê ve ji bo ewlehiya Iraqê û herêmê xetere ye.

    Wî endamê Parlamentoya Iraqê îdia kir ku serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hevkariya Îsraîlê li bakurê Iraqê herêmek ava kir û got, "Ev herêm ji bo Iraqê û hemû herêmê metirsî ye. Barzanî xwest bi PKKê re şer bike lê wî ev yek nekir û PKK bi çek kir. Wî endamên PKKê şand Kerkûkê."

    Îskender Wetût anî ziman ku dewleta Iraqê bi hevkariya Tirkiyeyê PKK têk bir û projeya avakirina herêmeke nû ya kurdî li bakurê Iraqê têkşikand û got, "Armanca Barzanî ya ji vê herêma nû ya kurdî xerakirina ewlehiya Iraqê û herêmê ye û di rastiyê de ev jî projeyeke Îsraîlê ye."

    Bi heman mijarî:

    Girtiyên PKKê û PJAKê: Em ê wan kincan biçirînin û bavêjin
    PKKê êrişî qereqola leşkerî kir: 2 kuştî leşkerek jî birîndar bû
    Parlamentarê CHPê: ‘MÎTa ku Ocalan anî, 4 serokên daîreyên xwe da PKKê’
    Derbarê fotokêşê Zelandaya Nû lêpirsîna PKKê hat vekirin
    Li Dêrsimê di navbera leşkerên tirk û endamên PKKê de şer derket
    Karayilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe
    Etîketan:
    avakirina herêmeke nû ya kurdî, proje, PKK, Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê, Îskender Wetût, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de