17:47 25 Gulan 2018
PKK-Murat Karayilan - KCK

Karayilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe

© AP Photo / YAHYA AHMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Endamê Birêvebirina KCKê Murat Karayilan diyar kir ku "Artêşa Tirkiyeyê plan dikir ku di bihara sala 2017an de tevahiyên endamên PKKê jinav bibe, lê ev plana wan biser neket û dê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wê sala 2018an bi ser bikeve."

Karayilan ji ANFê re axivî û ragihand ku, "Tirkiyeyê plan dikir endamên PKKê yên li Tirkiyeyê jinav bibe û li başûr jî di navbera endamên PKKê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şer derxîne, lê ev plana wan biser neket.

Karayilan destnîşan kir ku, "Tirkiye dibêje 4 hezar û 500 gerîla kuştiye, lê rastiya vê ew e ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li ser PKKê de 578 gerîla hatin kuştin û 30 gerîlayên din jî dîl hatin girtin."

Endamê Birêvebirina KCKê Murat Karayilan eşkere kir ku li hemberê jî û di encamên çalakiyên endamên PKKê de hezar û 657 leşker û polîsên Tirkiyeyê hatin kuştin, 30 otombîlên zirpoş û 3 helîkopter hatin têkşikandin.

Bi heman mijarî:

Erdogan: PKK ne tenê PKKye
PKK: Gelê başûrê Kurdistanê ne bi tenê ye
Generalê Amerîkî Dillon: PKK ne Marksist e Demokrat e
Kalin: PKK wekî şervanên azadiyê tê dîtin
Tirkiyê bangî balyozên dewletên ku têkiliyên wan bi PKK re hene kir
Etîketan:
şer, PDK, PKK, plan, kurd, ANF, Murat Karayilan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de