15:37 21 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî ji bo Mesîhiyan peyamek weşand

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Bi boneya hatina cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh serokê berê yê Herêma Kurdistanê Barzanî peyameke pîrozbahiyê ragihand û got cihê ti hizreke tundrew û cudahiya olî li Kurdistanê nabe.

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: Li gel hatina çekdarên DAIŞê, beşekî zêde ji malên Xristiyanan ketin ber gef û jinavçûnê û mal û halên xwe li pey xwe hiştin û qesda navçeyên aram yên jêr desthilata Herêma Kurdistanê kirin. Piştî hêzên Pêşmerge karîn terorîstan jinav bibin û navçeyên wan rizgar bikin, beşek ji wan mişextan vegeriyan, lê mixabin, piştî 16 Cotmehê careke din ketin ber êrîşên Heşda Şeibî û mişext bûn.

    Herweha Barzanî teqez kir, ku hebûna hizra tundrew û cudakariyê li bin her navekî be, gefeke cidî ye li ser bihevre jiyanê û ewlehî û aramiyê, û hebûna vê hijmara zêde ya mişextan li Herêma Kurdistanê belgeye li ser bilindiya nirxê pêkvejiyanê. Herweha Serok Barzanî ji xuşk û birayên kiristyan re piştrast kir ku cihê hizra terorî û cudahiya taifî û olî li Herêma Kurdistanê tine ye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo hêza pêşmergeyên Zêrevanî ku ji Hewlêrê çû Silêmaniyê axivî
    Barzanî: Destek li dû van tine be, mirov çima avahiyan bişewitîne?
    Sîrwan Barzanî ji bo Spûtnîkê: 5 termên DAIŞê ketine destên Hêzên Pêşmerge
    Barzanî serdana Tirkiye û Îranê dike
    Barzanî li Almanyayê: Em pabendî Iraqeke federal û demokrat in
    Barzanî name ji parlamentoyê re şand û daxwazek kir
    Barzanî: Referandûm bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû
    Etîketan:
    jiyan, navçe, peyam, Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de