10:40 23 Nîsan 2018
    Xwepêşandan

    Berpirsekî YNKê: Hêzên derveyî dest dirêjiya xwepêşandanan dikin

    © REUTERS / Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Yek ji berpirsê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hacî Xalî di axaftina xwe de ragihand ku em bi guman in ku hêzên derveyî dest dirêjiya xwepêşandanên Silêmaniyê dike.

    Yek ji berpirsê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hacî Xalî di axaftina xwe de ragihand ku em bi guman in ku hêzên derveyî dest dirêjiya xwepêşandanên Silêmaniyê dike û got: "Endamên YNKê ti carî guleyan bernade hemwelatiyên kurd."

    Hemîd Hacî Xalî di axaftina xwe ya ajansa BasNewsê de dibêje: "Mafê hemwelatiyan heye ku ji bo nan û qutê xwe xwepêşandanên nerazîbûnê bikin, lê xwepêşandanên herî baş ên aram û sivîl in."

    Hacî Xalî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Ev xwepêşandan li Ranya û Koye aliyê sivîl derbas kirin û guman heye destên derve di wan xwepêşandanan de hebe. Ji ber di xwepêşandanan de gule berdan, binkeyên partî û hikûmetê hatin şewitandin. Ji ber vê ew xwepêşandan ne sivîl bûn û mal û milkê xelkê hatin şewitandin."

    Li gorî daxuyaniya Hacî Xalî, YNKê ne amadeye mal û milkê xwe bişewitîne. Xalî dibêje: "Divê hikûmeta herêma Kurdistanê pirsgirêkên xelkê çareser bike ku alozî zêde nebin. Ji ber çareseriya pirsgirêkên gel di berjewendiya hemû aliyekê de ye."

    Bi heman mijarî:

    Çalakvanekî li Ranyeyê: Xwepêşandan hînekî ji armanca xwe dûr ketiye
    Xwepêşandan li piraniya navçeyên parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin
    Li Silêmaniyê xwepêşandan
    Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Li Hewlêrê xwepêşandan
    Li Kerkûkê û navçeyan xwepêşandan: Heşda Şebî vekişiya
    Etîketan:
    Xwepêşandanên Silêmaniyê, YNK, Hemîd Hacî Xalî, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de