14:54 22 Gulan 2018
    Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Sibe Serokê Parlemantoya Kurdistanê dest ji kar ber dide

    © AFP 2018 /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Weha biryare piştî ku partiya wî Tevgera Goranê biryara vekişandinê ji hikumeta herêma Kurdistanê wergirt, Serokê Parlemantoya Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed jî sibe dest ji karê xwe ber dide.

    Jêderekî ji çapemeniya Goranê bo Spûtnîk Kurdistan ragihand: "Dr. Yusif Mihemed sibe roja sêşemê wê dest ji posta serokatiya parlemantoyê berde û biryara xwe jî bo raya giştî dê eşkere bike.
Herwiha got "Weha biryar bû ku îro Dr. Yusif Mihemed di civîneke çapemeniyê de biryara dest ji posta serokatiya parlemantoyê bo raya giştî ya Herêma Kurdistanê ragihîne, lê jiber wexera dawîya birêveberê nivîsîngeha wî Akar Mihemed civîn bo sibe hat paş xistin.

    Tê gotin ku di hefteya derbas buyî de Tevgera Goran û Komela Îslamî biryar dan ku xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekşînin. Yekgirtûya Îslamî jî 20 roj molet dane hikumetê ji bo encamdana çaksaziyan, eger na wê xwe vekişîne. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji pênç partiyên siyasî pêk dihat: Ev partî ev in: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî.

    Bi heman mijarî:

    HWR: Iraq û Kurdistan wek hev in
    ‘Niha firsende Kurdistan were perçekirin'
    Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Etîketan:
    tevger, kar, biryar, Yusif Mihemedî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de