01:06 26 Nîsan 2018
    Şîrovekarê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq

    'Mayîna partiyên siyasî di nav hikumeta herêmê de tenê xizmeta gendelîkaran dike'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Piştî her du partiyên Tevgera Goran û Komela Îslamî xwe ji hikumeta Herêma Kurdistanê vekişandî, Yekgirtûya Îslamî jî helwesta xwe diyar kir û dema nêzikî 20 rojan ji bo hikumeta Herêma Kurdistanê diyar kir, eger daxwaziyên Yekgirtûyê çareser neke wê biryara dawiyê bide û xwe ji hikumetê vekişîne.

    Kurdistan - Kerkûk
    © REUTERS / Ako Rasheed
    Şîrovekarê siyasî Mesûd Ebdulxaliq li ser vê mijarê ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û got, "Ji bo dema dû sala ne Yekgirtûya Îslamî li Herêma Kurdistanê wekî partiyeke siyasî hevrişî arîşekê bûye ku ji ber liberçavgirtina yekrêziya nav partiyê nikare biryarên dawiyê li ser ti pirsgirêkan bide û ew partî dibêje, em ji ber milet wisa biryarê nadin. Lê bibawera min ew yek rast nîne yekgrtû bixwe bûye du par. Yekgirtûyiyên devera Behdînanê ligel mayîna partiyê ne di hikumetê de û Yekgirtûyiyên devera Silêmaniyê jî dixwazin xwe ji hikumetê vekşînin. Ew biryara vê dawiyê Yekgirtûyê wergirtî û merc li pêşiya hikumeta Herêma Kurdistanê daniye, jib o çareseriya rewşa navxweyî ya partiyê bû."

    ‘KESÊN BERJEWENDIYÊN WAN DI NAV HIKUMETÊ DE HENE, DEV JÊ BERNADIN'

    Mesûd Ebdulxaliq di derbarê sedema dû parbûn û daxwaza mayînê ya Yekgirtûyiyên Behdînanê de jî got, "Di nav piraniya partiyên siyasî de hin kes hene xwedî bejrewendiyên taybet in di nav hikumeta herêmê de û hikumeta herêmê jî di nav gendeliyeke mezin de ye û ew kesên li derdorên hikumetê ne û berjewendiyên wan di nav de hene. Bêguman dest ji hikumetê bernadin û her dixwazin ligel hikumetê bin û di nav Yekgirtû de ev kes hene û berjewendiya wan ligel hikumetê ye."

    ‘HIKUMET HETA NIHA TI CARAN BERSIVA DAXWAZIYÊN PARTIYÊN SIYASÎ NEDAYE'

    Mesod Ebdulxalq li ser şert û mercên Yekgirtûya Îslamî yên jib o mayîna di nav hikumetê de parast ku Yekgirtû bi xwe jî dizane hikumeta herêmê roj bi roj ber bi helweşanê û rûxandinê diçe û wisa berdewam kir: "Ti caran hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva ti daxwaziyên partiyên siyasî nedaye û ez bawer nakim, ku vê carê bersiva Yekgirtûyê bide û Yekgirtû jî baş dizane ji bo merc û daxwaziyên wan bersiv nayê dayîn."

    ‘BAŞTIR E HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ JI HIKUMETÊ VEKIŞIN'

    Mesûd Ebdulxaliq di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman, "Eger desthilata Herêma Kurdistanê bi vî awayî sed salên din jî hikum bike, ti encameke baş bi dest naxe. Ji ber wê yekê baştir e hemû partiyên siyasî ji hikumetê xwe vekişînin û hikumeteke rast û dirust were avakirin. Eger na, hemû serboriya siyasî ya Herêma Kurdistanê di rewşeke metirsîdar re derbas dibe. Beşeke xaka Kurdistanê ji dest daye û kêşeyeke pir mezin heye û di hîç warekî de serkeftin nine. Îcar ji ber hindê mayîna partiyên siyasî di hikumetê de tenê xizmeta taxa gendel dike."

    Bi heman mijarî:

    Şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir
    Yekgirtûyê derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de biryara xwe da
    Hikûmeta Bexdayê berhemê Kurdistanê ji yê Iraqê erzantir distîne
    Li Kurdistanê ji bo Cejna Noelê du roj betlane hat ragihandin
    Hozên Ereb ên Neynowayê li ser xwepêşandanên li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
    Etîketan:
    vekişîn, Nivîskar û şîrovekarê siyasî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mesûd Ebdulxaliq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de