02:25 20 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    ‘Hetanî hilbijartin neqedin Ebadî bi kurdan re nakeve diyalogê'

    © AP Photo / Adam BERRY
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Siyasetmedarê kurd û parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman ragihand ku Heyder Ebadî naxwaze berî hilbijartina Iraqê bi kurdan re têkeve diyalogê.

    Nûrî Malikî
    © AP Photo / Khalid Mohammed
    Li gorî nûçeya malpera fermî ya PDKê, siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman gotiye: "Ev çend roj in Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û cîgirên wî ketine tevgerekê da ku Hewlêr û Bexdayê li hev bînin û li dora maseyê bicivînin."

    Mehmûd Osman di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Lê heta niha Ebadî tevlî ti civînan nebûye, bersiv nedaye. Ji bo ku naxwaze tevlî pêvajoya diyalogê bibe."

    Osman di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Tevgera serokomar û cigîrên wî kedeke bi qîmet e, lê di encamê de biryara dawî di destê Serokwezîr Heyder Ebadî de ye. Ebadî dixwaze gengeşiya navbera Hewlêr û Bexdayê di hilbijartinê de ji xwe re bi kar bîne. Hetanî hilbijartin neqedin Ebadî dest bi diyalogê nake."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê kurd şertên Ebadî bo şandina fermanberan eşkere dike
    Ebadî û Nuceyfî pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
    Parlamentarên YEyê ji bo Kurdistanê ji Ebadî re name şandin
    Ebadî li ser girtina dosyaya Kurdistanê dixebite
    Ebadî li ser xwepêşandanên Kurdistanê daxuyanî da: Em ê bêdeng nemînin!
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Mehmûd Osman, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de