05:50 20 Nîsan 2018
    Xurmatû

    ‘Bîlançoya bûyerên herêma Xurmatûyê pir giran e'

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 03

    Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve li herêma Xurmatûyê hatin kirin raportek weşand.

    Heyeta UNAMI di navbera 7-14ê Berfenbarê de li bajarê Xurmatûyê lêkolînek kir û piştî lêkolînê raportek weşand. Di raportê de gelek bûyerên wekî ihlalên mafî, koçberî, talan û şewitandina avahiyan cih girtin.

    Li gorî raporta UNAMIyê, hezar û 440 malbat neçar man koçber bibin, li 2 taxên kurdan zêdetirî 40 avahi hatin hilweşandin, 100 dikan hatin talankirin û şewitandin, hinek bûyer bi zanebûn hatin kirin, bi şêweyekî cidî talan hat kirin û dibe rêjeya zirarê hê zêdetir be.

    Herwiha mîsyon xebatên xwe yên lêkolînê li ser 2 bûyerên destdirêjiyê jî didomîne.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî herêma Xurmatûyê da ber top û hawanan
    Li Xurmatûyê şer di navbera Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de derket
    NY derbarê Xurmatûyê de hikûmeta Iraqê hişyar kir
    Heşda Şeibî nehişt heyeta NYyê biçe Xurmatûyê
    Balafirên Iraqê derdora Xurmatûyê bombebaran kir
    Etîketan:
    Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI), Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de