17:14 24 Nîsan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    Talebanî: Civîn hat paşxistin

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihand ku civîna meclisê ji ber Cejna Noelê hetanî piştî sersalê hat paşxistin.

    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe ya ji bo civîna meclis a Kerkûkê got: "Li ser daxwaza endamên Meclisa Bajarê Kerkûkê yên Keldanî û Asûrî ji ber Cejna Noelê civîna Bajarê Kerkûkê hetanî piştî sersalê hat paşxistin."

    Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piraniya endamên Lîsteya Birayetî ya Meclisa Bajarê Kerkûkê ji kurdan pêk tê. Têkiliya endamên Lîsteya birayetî bi grûbên din re pir baş e. Piştî civîna pêşiya me wê rewşa Kerkûkê baştir bibe."

    Talebanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hilbijartinên giştî yên Iraqê di bihara 2018an de têne lidarxistin û dê Kerkûk jî tevlî hilbijartinan bibe."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
    Etîketan:
    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê, Rêbwar Talebanî, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de