15:54 21 Gulan 2018
    Pêşmerge

    Hêzên xwebexş dîsa êrişî milîsên Heşda Şeibî kirin: Gelek kuştî hene

    © Sputnik / HİKMET DURGUN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku hêzên xwebexş li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike kirin. Di êrişê de 6 milîs hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, grûbên xwebexş ên çekdar li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike kirin. Li gorî agahiyan di êrişa çekdarî de herî kêm milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û çend milîs jî birîndar bûne, lê hejmara birîndaran nehat zanîn.

    16ê Cotmehê Kerkûk û herêmên derveyê îdareya Kurdistanê rastî êrişa milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî hatibû. Piştî êrişa Heşda Şeibî bi 10 hezaran kurd neçar man ku cih û warê xwe biterikînin. Piştî bidestxistina Kerkûk û çend navçeyên wekî Xurmatûyê ji aliyê Heşda Şeibî ve, ciwanên herêmê hêzêke xwebexş avakirin û car caran êrişan dibin ser noqteyên milîsên Heşda Şeibî.

    Bi heman mijarî:

    ‘Bexda destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên Pêşmerge'
    Terorîstê ku êrîşî pêşmerge kiribû xafil hat girtin
    Sîrwan Barzanî ji bo Spûtnîkê: 5 termên DAIŞê ketine destên Hêzên Pêşmerge
    DAIŞê êrîşî hêzên Pêşmerge kir
    Li Daqûq û Duzxumartûyê qeza: 4 pêşmerge birîndar bûn, yekî jî jiyana xwe ji dest da
    Pêşmerge: Em dê rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê vekin
    Etîketan:
    Hêzên xwebexş, Heşda Şeibî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de