11:21 19 Sibat 2018
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    KCK: Li hêzên kurdî nayê ku wek hêzên Rojhilata Navîn ên otorîter tevbigerin

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokatiya Konseya Birêveber a KCKê bangî aliyên siyasî û desthilata Kurdistanê kir ku "tevger û programeke demokrasiyê amade bikin ku her kes xwe tê de dibîne" û xwest ku "xwenîşandan doza xwe ya heq bi şidetê neheq nekin". Herwiha KCKê ragihand ku "li hêzên siyasî yên kurdî nayê ku wek hêzên Rojhilata Navîn ên otorîter tevbigerin".

    Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek weşand û tê de got ku "rabûna gel ji bo demokratîkbûnê cihê serbilindiyê ye" û pêşniyar kir ku "platformek yan jî komisyonek ji bo çareseriyê were avakirin ku partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên demokratîk di nav de cih bigirin û bersiv ji daxwazên gel re bê dayin."

    Herwiha KCKê sersaxî ji malbatê wan kesan re xwest ku di xwenîşandanan de jiyana xwe ji dest daye.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotin: "Gel bi rêya van protestoyan nîşan da ku ji rêbaza siyasetê ya li Başûr ne razî ye."

    "NABE XWENÎŞANDER MAFDARIYA XWE BI ŞIDETÊ NEHEQ BIKIN"

    Ji aliyê din ve, KCKê daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Hêzên siyasî yên bi salan ji bo azadiya gelê Kurd û afirandina statuya Kurdistanê siyaset kirine, divê rabûn û daxwazên gel rast fêhm bikin û bêyî serî li rêbazên zordariyê yên li welatên din bidin, rê û rêbazek e ku çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne, peyda bikin. Li karakterê hêzên siyasî yên Kurd nayê ku mîna hêzên siyasî yên otorîter ên li Rojhilata Navîn otorîteya xwe nîşanî gel bidin û bi gel bidin qebûlkirin."

    KCKê teqez kir ku tevgera xwenîşandanan tevgereke rewa ye, xwest ku gel dûrî tundûtûjiyê, wêrankirin û şewitandinê biçe û wiha dewam kir: "Daxwaza gelî ya demokrasiyê û liv û tevgera ji bo vê yekê, mafdar û rewa ye. Lê belê divê nekevin nava helwesteke ku vê mafdarî û rewatiya xwe neheq bike û rê li ber bikaranîna şîdetê veke".

    "EV JI HÊZA PARTIYEKE Û DU PARTIYAN ZÊDETIR E"

    Di dawiya daxuyaniyê de, KCKê bangî aliyan kir ku bernameyeke demokratîkbûnê amade bikin ku her alî tê de beşdar be û wiha got: "Di vê qonaxê de kêşeyên civakî û siyasî derketine holê ji qeweta partiyekê an jî ji ya du partiyan zêdetir e. Ji ber vê jî ji xeynî tevger û bernameya demokrasiyê ya ku wê hemû alî xwe tê de bibînin, tu çareserî ji van kêşeyan re nayê dîtin. Ji ber vê jî ji bo demokratîkbûnê him gelê me yê ku rabûye ser pêyan, him aliyên civakî, him jî hêzên siyasî yên ku rêveberî di destê wan de ye û him jî tevgerên din ên siyasî divê bi vê nêzikatiyê tevbigerin. Ev nêzikatiya wan Başûrê Kurdistanê de di serî de, wê ji bo hemû gelên Kurdistanê re tiştekî baş be.

     

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Kurdistanê: Banga me ya diyalogê ne ji ber qelsiyê ye
    Rêjeya geştyarên Kurdistanê gelekî kêm bûye
    Ereban rê nedayê ku li Kerkûkê Roja Alaya Kurdistanê were pîrozkirin
    Parlementoya Kurdistanê îro dê efûya giştî gotûbêj bike
    Xwendekarên ku di 'Roja Ala Kurdistanê' de cilên kurdî li xwe kiribûn hatin desteserkirin
    Herêma Kurdistanê plana Heyder Ebadî têk bir
    Etîketan:
    Xwenîşandanên Silêmaniyê, xwenîşandanên Kurdistanê, KCK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de