06:27 27 Gulan 2018
Xwepêşandanên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê

Asayîşa Silêmaniyê bi ser NRTyê de girt, pexşa televizyonê hat rawestandin

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 02

Li Silêmaniyê hêzeke dijî terorê û asayişê bi ser avahiya televizyona NRTyê de girt û pexşa kanalê rawestand. Xwediyê NRTyê û Serokê Tevgera Xortên Nû Ebdulwahid Şaswar jî li balafirgeha Silêmaniyê dema ji Brîtanyayê vedigeriya hat binçavkirin.

Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê veguhest ku hêza asayîşa parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi ser avahiya kanala NRT TVyê ya Silêmaniyê de girtiye û peşxa NRT Kurdî, Erebî û Dramayê hatiye rawestandin.

'HEMÛ KARMENDÊN KANALÊ DI HOLEKÊ DE HATIN BINÇAVKIRIN'

Karmendekî NRT TVyê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Îro li demjimêr 6:563e êvarê li gor dema Hewlêrê, hêzeke dije terorê û asayişê li Silêmanyê hat ser baregaha kanala NRT TV û karmendên kanalê hemû di holekê de binçav kirin û pexşa her sê kanalên NRT Kurdî, Erebî û Dramayê ragirtin."

EBDULWAHÎD ŞASUWAR LI BALAFIRGEHA SILÊMANÎ HAT BINÇAVKIRIN

Karmendê NRTyê got, "Hevdem li gel ragirtina pexşa kenalên NRT TV hêzeke asayişê li balafirgeha Silêmaniyê Şaswar Ebdulwahd Serokê Tevgera Xortên Nû û xwediyê kanalên NRT li dema ji welatê Brîtanya dizivirî binçav kir piştî ku îro daxwazkarê giştî li Silêmaniyê biryara binçvakirina wî derxistî bi tawana ku cemawerê xwenîşander han daye êrîş bikin ser avahî û baregahên hikumeta herêma Kurdistanê û partiyên siyasî û şewitandine."

DOZGERIYÊ JI BO XWEDIYÊ NRTYÊ BIRYARA DESTESERKIRINÊ DERXISTIBÛ

Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê ji dadgeha Silêmaniyê biryar derxistibû ku Serokê Keyana Nifşê Nû û Xwediyê kanala NRTyê Şaswar Ebdulwahid were desteserkirin û wekî sedem jî hatibû nîşandan ku wî "bangî gel kiriye ku tundkariyê bike û êrîşî baregehên hikûmetê bike."

Hat zanîn ku bi biryara Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tohmeta handana ji bo alozî û tundûtîjiyê, weşana her du kanalên NRT Kurdî û NRT Erebî hatiye rawestandin.

Di nivîsa fermî ya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalîd Ebdulrehman Doskî de, hat gotin ku dê biryara rawestandina weşana NRT heftiyekê berdewam bike.

Bi heman mijarî:

Koreya Bakur ‘pêşnûmaya gotûbêjkirina bernameya nukleerî' ya Amerîkayê red kir
Midurê Giştî yê Emniyeta Stenbolê ku ji FETOyê girtî bû, hat berdan
Ebadî li ser xwepêşandanên Kurdistanê daxuyanî da: Em ê bêdeng nemînin!
Îsraîlê derbarê ‘Qirkirina Ermenan' de daxuyanî da
Ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê îdiayek sosret
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de