01:00 21 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî li ser xwepêşandanên Kurdistanê daxuyanî da: Em ê bêdeng nemînin!

    © AP Photo / Adam BERRY
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rêzê li xwenîşandanên aştiyane bigirin û teqez kir ku "ji ber gendeliyê, nikarin hemû muçeyên Herêma Kurdistanê bidin."

    Li gorî medyaya erebî, Ebadî bangî Hikûmeta Kurdistanê kiriye ku rêzê li xwenîşandanên aştiyane bigirin û teqez kiriye ku "îmkana dana hemû muçeyên karmendên li herêmê bidin nîne, ji ber ku gendelî heye."

    Herwiha Ebadî di daxuyaniya xwe de ragihand ku "tehde li çi welatiyê Kurdistanê were, dê bêdeng nemînin."

    Di xwepêşandanên bi sedema krîza aborî û muçeyan li çend bajarokên dorûbera Silêmaniyê ev du roj in têne lidarxistin de, li gor nûçeyên dawî bêhtirî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne û avahiyên partiyan hatine şewitandin ku tê ragihandin, alozî her diçe zêdetir dibe.

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: Koreya Bakur dixwaze bi milyonan amerîkiyan bikuje
    Midurê Giştî yê Emniyeta Stenbolê ku ji FETOyê girtî bû, hat berdan
    Îsraîlê derbarê ‘Qirkirina Ermenan' de daxuyanî da
    Balyozê brîtanî: Em ê pabendî yekîtiya Iraqê bin
    Cara ewil balyoza jin li Erebistana Siûdî hat tayin kirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de