22:20 19 Nîsan 2018
    Xwpêşandanên li parêzgeha Silêmaniyê

    Xwepêşandan li piraniya navçeyên parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Îro ev roja duyeme, ku xwepêşandanên girseyî yên li Herêma Kurdistanê li piraniya bajar û navçeyên parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin. Xwpêşander daxwaza mûçe û baştirkirina rewşa jiyana xwe ji hikumeta Herêma Kurdistanê dikin.

    Îro ev roja duyeme, xwepêşandanên girseyî yên li Herêma Kurdistanê li piraniya bajar û navçeyên parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin. Xwpêşander daxwaza mûçe û baştirkirina rewşa jiyana xwe ji hikumeta Herêma Kurdistanê dikin û li hemû tax û kolanên cemawerî ji fermanber, bazirgan, mamoste, genc û xort û pîr û jin beşdar in.

    Li gorî agahiyên peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand li bajarê Silêmaniyê hêzeke ewlekariyê rê li ber xwepêşandanan girtin û di encamê de 11 xwepêşander birîndar bûn. Hat diyarkirin ku herwisa li bajarê Koysencaqê heta niha 19 xwepêşander birîndar bûne û baregehên PDKê, Tevgera Goranê, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ligel baregeha qeymeqamiya Koyê hatin şewitandin û tenê baregehên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê nehatine şewitandin, ku ew jî ji ber zêrevaniyên baregehê teqe li xwepêşanderan berdaye û rê nedane ew wan baregehan bişewitîne.

    Ji aliyê din ve hat gotin ku li Silêmaniyê parlamenterê Tevgera Goranê yê li Parlamentoya Kurdistanê Rabûn Merûf ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin û herwisa fermana destesekirinê ji bo Serkirdeyê Bizava Nû ya Xoratê Şasiwar Ebdulwahîd jî ji aliyê dadgehê ve biryar hatiye dayîn ku were desteserkirin.

    Divê were bibîrxistin ku xwepêşandan li bajarên wekî Teqteq, Helebce, Ranye, Seyid Sadiq, Kifrî, Pêncewîn, Çemçemal û Kelar berdewam dikin û partiyên Tevgera Goranê, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û çendîn partiyên biçûk heta niha piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên Herêma Kurdistanê ragihandiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê xwepêşandan
    Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Li Hewlêrê xwepêşandan
    Etîketan:
    xwepêşandan, PDK, Tevgera Goranê, Şasiwar Ebdulwahîd, Rabûn Marûf, Kurdistan, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de