15:42 22 Nîsan 2018
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Li herêma Kurdistanê ji ber krîza aboriyê 540 sazî îflas kirin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di sala 2017an de li herêma Kurdistanê gelek saziyan ji ber tengasiyên aborî xebatên xwe dan sekinandin. Li gor nûçeya Rûdawê, rêveberê Giştî yê Tomara Şîrketan a Herêma Kurdistanê Dilzar Îsmaîl gotiye ku ev tiştekî asayî ye, ji ber ku li hember wan şîrketên ku îflas kirine, gelek şîrketên din ên di warên din de vebûne.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê krîza ku heye dît û ji bo çareserkirinê biryarek derxist, ku eger şîrketek bidawîbûna xwe bîne û li ser daxwaza xwe were girtin, hemû bacên wê têne bexşandin, sedema herî girîng ya van girtinan jî ev biryar bû.

    Li herêma Kurdistanê bi taybetî ji ber şerê li hember DAİŞê tengasiyên aborî rûdan. Sedemeke din jî ew bû ku butçeya para herêmê ji aliyê hukumeta Iraqê ve nehat dayîn.

    Gor agahiyên fermî di sala dawî de li herêma kurdistanê 120ê wan biyanî bi tevahî 540 saziyên aborî îflasa xwe ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    Etîketan:
    sazî, biryar, Herêma Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de