17:05 25 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Talebanî nameyek ji Ebadî re şand

    © AFP 2018 / ALI AL-SAAD
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbiwar Talebanî nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şand û tê de xwest ku rewşa leşkerî ya li Kerkûkê heye were bidawîkirin û bangî yekîneyên leşkerî bike daku vegerin sengerên xwe yên berê û dosyaya ewlehiyê bidin hikûmeta herêmî û saziyên ewlekariyê yên herêmî.

    Li gorî belgeya di medyaya civakî de belav bûye, Talebanî bangî Ebadî kiriye ku rewşê guncav bike da ku encûmena parêzgehê vegere ser karê xwe û bikare xizmeta gelê Kerkûkê bike û herwiha vegera awareyan misoger bike û qerebûyan bide kesên zirardîtî.

    Serokê Encûmena Kerkûkê bal kişand ser rewşa leşkerî ya li parêzgeha Kerkûkê heye û xwest ku Ebadî fermanê bide yekîneyên leşkerî ku hêzên Heşda Şeibî jî di wan de ye ji bo ku vegerin navendên xwe û dosyaya ewlekariyê bidin hikûmeta herêmî.

    Herwiha Talebanî  ji partiyên siyasî xwest ku vegerin Kerkûkê û karên xwe bikin û li wan baregehên xwe vegerin ên ku komên çekdar dest danîne ser wan û teqez kir ku "ew madekî destûrî ye" ku ew partî li gel partiyên din bixebitin.

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşkêşvana li Kerkûkê bi alaya Kurdistanê derket: Efserekî iraqî xwest min desteser bike
    Ji bo çi hêza Amerîka li başûrê Kerkûkê bi cih bû?
    "Tu hêzeke Amerîkî derbasî Kerkûkê nebûye"
    Îran: Em dê xeta boriya petrolê bikşînine Kerkûkê
    Amerîka piştî Kerkûkê hêzeke leşkerî dişîne Nînova jî
    Etîketan:
    Rêbiwar Talebanî, Kurdistan, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de