15:40 21 Gulan 2018
    Xwepêşandan

    Avahiya qeymeqamiya Koyê hat şewitandin

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro sibehê dîsa li navçe û bajarê Silêmaniyê xwepêşandan dest pê kirin. Xwepêşandaran li navçeya Koyê avahiya qeymeqamiyê şewitandin.

    Xwepêşandarên Silêmaniyê li ber Deriyê Sera kom dibin û hêzên ewlehî jî ji bo belavkirina wan guleyan berdidin hewayê.

    Qeymqamê Koyê Serkeft Resûl di axaftina xwe de ji bo xwepêşandanan ragihand ku çend çalekvanan di dema xwepêşandanan de agir berdane avahiya qeymeqamiyê. Xwepêşandan ji ber paşketina mûçeyan û kêmbûna xizmetguzariyan gelek hers bûne. Hêzên ewlehî nikarîn pêşiya wan bigrin.

    Li gorî çavknaiyên herêmî, ji xeyrî Koye li Silêmaniyê, Helebçe, Kifrî û çend cihên din jî xwepêşandanan dest pê kir. Xwepêşandan ji ber nerazîbûna ji sîstema dayîna mûçe, paşketina dabeşkirina mûçeyan û kêmbûna xizmetguzariyan hatibûne ser cadeyan ku li hin cihan di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

    Xwepêşanan duhî li navçeya Pîremegrûn a Silêmaniyê baregehên 5 partiyên siyasî û 2 avahiyên fermî yên hikûmeta Kurdistanê şewitandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê xwepêşandan
    Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Li Hewlêrê xwepêşandan
    Li Kerkûkê û navçeyan xwepêşandan: Heşda Şebî vekişiya
    Li Hewlêrê li dijî daxuyaniyên McGurk xwepêşandan hat lidarxistin
    Li pêş Qesra Spî xwepêşandan: 'Destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne'
    Etîketan:
    Xwepêşandanên Kurdistanê, Serkeft Resûl, KUrdistan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de