18:48 20 Gulan 2018
    Milîsên Heşdî Şebî

    ‘Kiryarên Heşda Şeibî ji yên DAIŞê xirabtir in'

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokekî eşîra ereb a Elbûderac Şêx Ehmed Îbrahîm di axaftina xwe de ragihand ku kiryarên milîsên Heşda Şeibî ji yên DAIŞê xirabtir in.

    Serokekî eşîra ereb a Elbûderac Şêx Ehmed Îbrahîm di axaftina xwe de got: "Xizmeta ku hikûmeta Kurdistanê ji me re kiriye em ti carî ji bîr nakin û em heta hebin em deyndarên Kurdistanê ne. Avabûna dewleta Kurdistanê hêviya me ye jî."

    Şêx Ehmed Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em wekî eşîra ereb bi dil û can ligel referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn ji ber ku referandûm mafekî rewa yê gelê kurd e. Em Kurdistanê mala xwe ya duyem dizanin. Bo erebên sunî, Kurdistan ji hikûmeta Iraqê baştir e."

    Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe ya ajansa BasNewsê de dibêje: "Em hêvîdar in dewleta Kurdistanê zûtir demê ava bibe û Kurdistan bibe welatekî serbixwe. Ew xizmet û başiya ku me ji kurdan dît me ji hikûmeta Iraqê nedîtiye, ji ber wê jî heta em hebin em deyndarên Kurdistanê ne.

    Serokê eşîra ereb di dawiya axaftina xwe de rexneyên tund li Heşda Şeibî dike û dibêje: "Niha li herêma me milîtanên DAIŞê nemane, lê yên ji DAIŞê xirabtir hatine û warê me dagîr kirine. Qesta min Heşda Şeibî ye. Ew nahêlin em vegerin ser cih û warê xwe. Heşda Şeibî ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û fermandeyê wan jî Qasim Suleymanî ye. Divê Heşda Şeibî demildest ji devera me derkeve ji ber ku em dijminên me ne, em qet nikarin bi wan re bijîn."

    Bi heman mijarî:

    Li nêzîkî Kerkûkê şer derket: 2 qemyonên Heşda Şeibî kirin armanc
    Asayîşa Kurdistanê hişyarî da: Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadekariya êrîşê dikin
    Heşda Şeibî bi ser gundê kurdan de girt
    Heşda Şeibî: Serokwezîrtiya Iraqê mafê me ye
    Amerîka: Milîsên Heşda Şeibî hêzên me tehdîd dikin
    Etîketan:
    DAIŞ, Heşda Şeibî, Serokekî eşîra ereb a Elbûderac, Ehmed Îbrahîm, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de