17:40 22 Nîsan 2018
    Xwepêşandan - Kurdistan - Şewitandin - Protesto

    Hikûmeta Kurdistanê daxuyanî da: Ji bilî neyar xwêpeşandan xizmeta ti kesî nakin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanên li çend deverên Herêma Kurdistanê hatine kirin û bûne sedema şewitandina baregehên partiyan û aloziyê daxuyaniyek weşand.

    Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, "Xwepêşandan mafekî rewa yê hevwelatiyan e û hikûmetê herdem berevanî li wî mafê wan kiriye û dê bike û tekez dike, lê belê di demeke hesas a weke niha de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî planên têkderane yên dijiminan bo nehêlana statuya Herêma Kurdistanê hatiye, ew xwepêşandan ji bilî neyar û dijminan xizmeta ti kesî nake û bi ti awayî nayê qebûlkirin."

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xwepêşandanên roja duşemê 18ê Kanûnê yên li Helebce û Silêmaniyê diyar kir ku xwepêşandan mafekî rewa yê xelkê ye, lê belê nabe tundûtujî bê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Merkel: Almanya di çarçoveya destûrê de piştgiriyê dide mafên Kurdistanê
    Rûsya: Dema Kongreya Soçiyê diyar nebûye, lê ti pirsgirêk jî nîne
    Hesen Ehmed: Welatên Rojava karta kurd nîşanî ereban, ya ereb jî nîşanî kurdan didin
    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e
    ‘Ger ku peyva Kurdistanê bê cizakirin divê hun bapîrê xwe Sultan Sencer ciza bikin'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de