02:14 23 Gulan 2018
    Demançe, fîşek, gule, kuştin

    Bi ser malê de girt: Bira, jinbir û biraziyê xwe kuşt

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Asayîşa bajarê Helebçe yê Herêma Kurdistanê ragihand ku îro êvarî li bajarê Helebceyê kesekî bi çek êrîşî ser mala birayê xwe kir û di encamê de birayê xwe, jinbir û biraziyekî xwe kuşt.

    Kesê ku êrîşî ser mala birayê xwe kiriye nehat zanîn bê bi çi mebestê ev êrîş pêk aniye, lê hat zanîn ku piştî êrîşa bi çek ber bi cihekî nediyar ve reviyaye ku polîs li pey wî ne.

    Hat ragihandin ku termê her sê kesên hatine kuştin bo pizîşkiya dadwerî hatine veguhestin ku yek ji wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

    Polîsên bajêr piştî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin û hewlên ji bo desteserkirina êrîşkar berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Hesen Ehmed: Welatên Rojava karta kurd nîşanî ereban, ya ereb jî nîşanî kurdan didin
    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e
    Li Amerîkayê trêna rêwiyan ji xetê derket, herî kêm 3 kes mirin
    Amerîka pêşniyara Qudsê ya Filîstînê li NYyê veto kir
    Li Şirnexê wesayîta polîsan li zarokekî 4 salî qelibî
    Peskov: Agahiyên CIAyê dan me jiyana gelek kesan xelas kir
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de