10:08 24 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Asayîşa Kurdistanê hişyarî da: Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadekariya êrîşê dikin

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Encûmena Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadekariyan dikin ji bo êrîşî herêma Mexmûrê ya li başûrê rojavayê Hewlêrê bikin.

    Encûmenê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku amadekariyên keşkerî yên Iraqê amadekariyan dikin ku êrîşî ser sengerên Pêşmerge yên li nêzîkî Mexmûra başûrê Rojavayê Hewlerê bikin.

    Li gorî daxuyaniyê, "istixbarat nîşan didin ku di 5 rojên dawî de Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, polîsên federal hatine bicihkirin û plan dikin êrîşî rêya Giwêr, Dîbege û Bidisê bikin."

    Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku hêzên Pêşmerge di 16ê Cotmehê de ji Mexmûrê vekişiyane daku pevçûn çênebin û bang li Hikûmeta Iraqê hat kirin daku vê bipêşdeketina provokatîv rawestîne.

    Encûmenê bangî civata navdewletî jî kir ku "van pêngavên êrîşkar ên leşkerî yên Iraqê şermezar bikin" û bangî hikûmeta Iraqê kir ku bangên herêma Kurdistanê yên diyalogê qebûl bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeya hikûmeta Kurdistanê bi şandeyeke Parlamentoya Kurdistanê re civiya
    Kurdên Herêma Kurdistanê nikarin biçin umreyê
    'Siyaseta Ebadî bû sedem ku helwesta Amrîkayê li hemberî Kurdistanê biguhere'
    Barzanî: Hûn rûmeta Kurdistanê ne
    Barzanî: Me bi referandûmê kilîta Kurdistanê girte destê xwe
    Etîketan:
    Encûmena Ewlekariyê ya Kurdistanê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de