10:10 23 Gulan 2018
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Barzanî name ji parlamentoyê re şand û daxwazek kir

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji parlemantoyê xwest ku demekê ji bo encamdana hilbijartinê diyar bike.

    Nêçîrvan Barzanî
    © REUTERS / Azad Lashkari
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 17ê Kanûnê nameyek ji Parlamentoya Kurdistanê re şand ku tê de daxwaz kir, ji bo diyarkirina dema encamdana hilbijartinan civînekê saz bike û serokatiya herêma Kurdistanê diyar bike.

    Barzanî di nameyê de diyar kir, ew amade ne ji bo encamdana hilbijartinên parlamento û serokatiya herêma Kurdistanê hemhangiyêl ligel Parlamentoya Kurdistanê bikin.

    Serokwezîr Barzanî got, "Piştî me serdana aliyên siyasiyên Kurdistanê kir û rewşa herêmê û pêwîstiya parastina yekrêziya navxweyî û amadekarî bo hilbijartina bihevre bas kirî, em gihîştin wê encamê ku vegeriyan bo desthilata gel û encamdana hilbjartina baştirîn rêçke bo parastina yekrêziyê û çareserkirina pirsgrêkên herêmê. Evca ji ber wê yekê ez ji perlemana Kurdistanê daxwaz dikim ku erka xwe ya yasayî cîbicî bike bo encamdana hilbijartinan ku di dema sê mehên din de derbas nebe jiboy ku bikarin, divê demê de roja hilbjartina diyar bikin li gor wê disthilata ku bi me re hatiye dayin."

    Nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Parlamentoya Kurdistanê
    © Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Krg)
    Nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Parlamentoya Kurdistanê

    Barzanî herwiha ji komisyona bilind a serbixwe ya hilbjartin û rapirsiyan xwest, amadekariyên encamdana li gor pîverên yasayî û navdewletî bikin û em jî wek hikumeta herêma Kurdistanê tev pêdawîstiyan bo encamdana hilbijartinan dabîn dikin.

    Bi heman mijarî:

    Alîgirên Serokmarê berê dest danîn ser Qesra Oktoberê
    Rêberê Êzidiyan Baba Şêx xelata aştiyê stand
    Mihrîcana Şanoyê li ser Keleha Hewlêrê hat destpêkirin
    Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê
    Got: ‘Ateîst nefesê nastînin’, ateîstan bersiveke balkêş da!
    Li Amedê mitînga Qudsê: Hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de