20:17 19 Çile 2018
Zindî
    parlemento-almanya-alman

    Daxwaza keça kurd ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve hat qebûlkirin

    © AP Photo/ Michael Sohn
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Keçeke kurd ji Parlementoya Almanyayê ya Federal daxwaz dike ku civîneke taybet ji bo rewşa Herêma Kurdistanê, Kerkûk û deverên din ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine kontrolkirin, pêk bînin. Parlementoya Almanyayê jî li ser daxwaza keça kurd, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

    Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamişloyê ya bi navê Hêzil Erefat ku li Almanyayê dijî, ji Parlementoya Almanyayê ya Federal daxwaz dike ku civîneke taybet ji bo rewşa Herêma Kurdistanê û êrişên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê yên bi ser Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civînek bikin.

    Parlementoya Almanyayê jî bersiv da wê û diyar kir, ku ew amade ne civîneke taybet li ser rewşa Kerkûkê û di derbarê Heşda Şeibî de pêk bînin.

    Lê belê Parlementoya Almanyayê şertek daniye û nameya Hêzil Erefat li ser malpera fermî ya Parlementoya Almanyayê ya Federal hatiye belavkirin û ji bo ku parlemento daxwaza Hêzil Erefat bi awayekî fermî di rûniştina xwe de gotûbêj bike, divê heta 26ê vê mehê, 50 hezar îmze biçin ser malpera fermî ya parlementoyê.

    Hêzil Erefat ji Kurdên her çar aliyên cîhanê daxwaz dike, ku alîkariya wê bikin û wê daxwazê îmze bikin, da ku bibe mijareke gotûbêjê ya Parlementoya Almanyayê.

    Keça Kurd Hêzil Erefat hêvî dike, ku ev daxwaza wê ya ji Parlementoya Almanyayê li nav kurdan belav bibe û dibêje: "Ez gelek bi hêvî me ku hûn alîkariya min bikin di vê mijarê de û malpera parlementoya Almanyayê li televîzyon û facebookê belav bikin, ji bo ku mirov bikarin îmze bikin."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Etîketan:
    daxwaz, almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de