06:29 27 Gulan 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Referandûm bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî li gel berpirsên siyasî û hizbî û îdarî yên devera Badînan civiya û ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû.

Li Bajarê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê li gel berpris û rêvebir û endamên liq û navçe û endamên parleman ji firakisyona PDKê û berpirsên îdarî, siyasî û kadirên pêşketî yên Partiya Demokrata Kurdistanê yên li devera Badînan civiya.

Barzanî gotinek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têde sipasiya helwest û qurbanîdana cemawerî û serberzî ya devera Badînan kir di şerê dijî terorê de û beşdariya berfireh ya wê deverê di piroseya referandumê de.

Barzanî bal kişand ser pêşveçûnên siyasî û hûrgiliyên bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û qonaxa piştî referandumê û helwesta civaka navdewletî û reftar û bersivdana hikûmeta Iraqê derbarê wê pirsê ji amadebûyan re şirove kir.

Barzanî behsa wan sedeman kir ku hiştin gelê Kurdistan biryara referandumê bide û tekez kir ku referandûm bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû.

Bi heman mijarî:

Barzanî bo Almanyayê hat vexwendin
Barzanî: Me bi referandûmê kilîta Kurdistanê girte destê xwe
'Şêx Ebdulselam Barzanî di nava kurdan de reformên girîng kirin'
Barzanî: Hûn rûmeta Kurdistanê ne
Barzanî û Serokwezîra Brîtanyayê derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de axivîn
Etîketan:
serxwebûn, referandûm, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de