14:30 20 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    Bernameya Nêçîrvan Barzanî ya Almanya diyar bû

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Almanyayê, bi serokatiya şandeyeke biçe Berlînê û li gel Serokwezîra Angela Merkel û berpirsên payebilind hevdîtinan bike.

    Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya ji bo Almanyayê de, dê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel û Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen re hevdîtina pêkbîne û paşê jî dê serdana Parlamentoya Almanyaya Federal bike.

    Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinan de dê têkiliyên du alî, rewşa herêmê û pêşketinên dawîn, şerê DAIŞê, mijara koçberan, mekanîzmeya çareserkirina kêşeyan di navebra Hewlêr û Bexdayê de û herwiha helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyan dê were axaftin.

    Di roja 15ê Berfenbarê malpera Wezareta Karên Derve ya Almanyayê daxuyanîyek ragihandibû ku dê roja 18ê Brfenbara 2017an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Almanya bike.

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî gihişte Parîsê
    Nêçîrvan Barzanî ji bo çi çû Tirkiyeyê?
    Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda tevahiya destûrê cî bi cî bike
    Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand
    Hoşyar Zêbarî: Nêçîrvan Barzanî dê kesayeta sereke be
    Nêçîrvan Barzanî: Tevî ku me diyalog û muzakere dixwest Bexdayê rêya şer hilbijart
    Etîketan:
    daxuyanî, serdan, herêm, Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de