06:27 27 Gulan 2018
penaber-sivîl-koçber-rizgarkirin-reqa

Di vê mehê de nêzikî 2000 malbatên Ereb ji Hewlêrê vegeriyan Musil û navçeyên din

© Sputnik . Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Berpirsa Karîgeriya Parêzgeha Hewlêrê Beyan Kemal ragihand ku piroseya vegera penaberên Erebî ji bo parêzgehên Iraqê berdewam dike û her roj malbatên penaber serdana kargêriya parêzgeha Hewlêrê dikin, daku destûra vegerê werbigirin û got, "Heta niha nêzikî 2 hezar malbatên penaber ên Ereb serî li me daye."

Beriya sê salan di dema êrîşên DAIŞê bi ser parêzgeha Mûsilê û hin navçeyên din ên Iraqê de nêzikî 2 milyon penaberên Iraqê ji parêzgehên Enbar, Bexda û Selahedîn, Diyala û Neynowa ku piraniya wan Erebên Sune bûn, awareyê Herêma Kurdistanê bûn û hejmarek ji wan di kampê de hatin bicihkirin û hejmareke din jî di nav bajarên Kurdistanê de xanî bi kirê girtin û jiyana xwe derbas dikin.

'PIROSEYA VEGERA PENABERAN BERDEWAM DIKE'

Piştî rizgarkirina wan navçeyên Iraqê, heta niha hejmareke mezin ji wan awareyan ji Herêma Kurdistanê vegeriyane navçeyên xwe. Di vê navberê de Beyan Kemal berpirsa beşa tomarê di kargêriya parêzgeha Hewlêrê de ji bo Sputnîk Kurdistanê ragihand, "Piroseya vegera penaberên Erebî ji bo parêzgehên Iraqê berdewam dike û her roj malbatên penaber serdana kargêriya parêzgeha Hewlêrê dikin, daku destûra vegerê werbigirin."

Beyan Kemal diyar kir ku penaber her roj serî li saziya wan dide û wisa axivî: "Tenê di vê mehê de heta niha nêzikî 2000 malbatên penaberên Ereb ji parêzgeha Hewlêrê ji kampê û bajêr navên xwe tomar kirine û piştî wergirtina destûra vegerê, vegeriyane navçeyên xwe."

Kemal ragihand ku piraniya wan penaberên, ku destûra vegerê ji kargeriya parêzgeha Hewlêrê wergirtine, vegeriyane parêzgeha Neynowayê û wisa berdewam kir: "Lê hemarejeke din jî ji bo parêzgehên din ên Iraqê vegeriyane û piroseya vegerê berdewam dike û gelek beşên kampên derdora Hewlêrê niha vala bûne."

'JI SEDÎ 45ê PENABERAN VEGERIYAN MALÊN XWE'

Ji aliyê din ve Derbas Mihemed Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê duhî li Bexdayê di ahenga serkeftinê de, ku bi helkefta serkeftina şerê li DAIŞê hatibû birêvebirin ragihand, "Di dema sê salên derbasbûyî de 5 milyon welatiyên Iraqî bi sedema şer û aloziya di nava Iraqê de penaber bûn, lê heta niha bi rêjeya ji sedî 45ê ji wan penaberan vegeriyan mal û cihên xwe li navçeyên cuda cudayên Iraqê. Piroseya vegerê berdewam dike, ji ber ku hikûmeta Iraqê hewl dide hemû hêsankariyan jê re amade bike, daku penaber hemû vegerin ji bo navçeyên xwe."

Bi heman mijarî:

Penaberên Iraqî: Bila êdî şer derneyên, em naxwazin bibin penaber
El Meyadîn: Tirkiye her meh 30 penaberên sûriyeyî dikuje
Li sînor 435 penaberên biyanî hatin girtin
Encamên anketê diyar bûn: Penaberên sûriyeyî pêşeroja xwe li Tirkiyeyê dibînin
Penaberên Sûrî û hemwelatiyên Tirk pevçûn
Hejmara penaberên sûriyeyî ku Ewropayê ji Tirkiyeyê wergirtine eşkere bû
Heta niha çiqas penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe?
Etîketan:
Berpirsa Kargêriya Parêzgeha Hewlêrê, Beyan Kemal, Hewlêr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de