18:39 19 Nîsan 2018
    Pêşmerge

    Iraq ji PDKê dixwaze bêyî şer du navçeyên Mexmûrê biterikîne

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Duhî di civîneke navbera nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Iraq û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de daxwaz ji PDKê hatiye kirin ku bêyî şer herdû nahiyeyên Givêr û Dîbege ku bi ser qezeya Mehmurê ve ne, radestî hêzên Iraqê bike.

    Di derbarê mijarê de jêderekî ji karîgerya wê navçeyê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji bo Sputnîk Kurdistan ragihand, "Duhî roja îniyê li nêzikî bajarê Mexmurê civînek di nêvbera hêza pêşmerge û hêzên Iraqê de bi amadebûna nûnerên Amrîka û NY hat lidarxistin û di wê civînê de daxwaz ji PDKê hat kirin ku bêyî şer divê her dû nahiyên Givêr û Dîbege li rojava û başûrê Hewlêrê biterikîne û radestî hêzên Iraqê bike."

    'HÊZA PÊŞMERGE DI AMADEHÎBAŞIYÊ DE YE'

    Herwisa wî jêderî wisa berdewam kir û got" Ger niha hikûmeta Iraqê hêzeke mezin ber bi sînorê wan herdu nahiyeyan bi rê bike, hêza pêşmerge jî di rewşeke amadebaşî de ye."

    Ji alyekî din ve Reşad Gelalî berpirsê Komîteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Mexmurê îro Jji bo Sputnîk Kurdistanê ragihand û got, "Eger rêkeftinek di navbera hêzên pêşmerge yên Kurdistanê û hêzên Iraqê de çênebe, dibe di demeke nêzîk de li deverê careke din şer biqewime. Ji ber ku hêzên Iraqê di van rojan de xwe amade dikin û hêzên pêşmerge bi taybetî yên ser bi PDKê ew jî amadebaşiyan dikin."

    Nêçîrvan Barzanî
    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    'HEMÛ PARTIYÊN KURD VEGERIYANE SER KARÊN XWE'

    Gelalî ji bo rewşa navçeyê bi giştî û Mexmurê got,"Heta niha ji sedî 90ê ji xelkê deverê û Mexmurê vegeriyane nava mal û cihên xwe û piroseya vegerê berdewam dike û rewşa navçeyê niha aram e."

    Herwisa daxuyand ku tenê PDK venegeriyaye Mexmurê, niha baregahên tev partiyên kurd ji YNK, Goran, Îslamî û çendîn partiyên din li Mexmurê hene û karên xwe yên rojane dikin.

    Di derbarê rêveberiya Mexmurê de Gelalî got,"PDKê biryar wergirt, tev rêveberiya xwe li navçeyê vekişîne lê hikumeta Iraqê niha mijulî ser ji nû avakirina rêveberiyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Washington: Ewilîn karê me çareserkirina kêşeya Hêrêma Kurdistanê û Bexdayê ye
    Pêşmerge: Em dê rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê vekin
    Li Wanê derbarê 'çar perçeyên Kurdistanê' de konferans dê birêve biçe
    Hollanda: Em hewil didin balafirgehên Kurdistanê werin vekirin
    Herêma Kurdistanê li Dûbaiyê beşdarî pêşangeheke çandiniyê bû
    Etîketan:
    terikandin, Berpirsê Komîteya YNKê yê li Mexmûrê, PDK, Reşad Gelalî, Mexmûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de