12:12 25 Gulan 2018
    Navenda Neteweyên Yekbûyî

    NY derbarê Xurmatûyê de hikûmeta Iraqê hişyar kir

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa navçeya Xurmatu ya Iraqê de hişyarî da û ji Bexdayê daxwaz kir ku yên mafên mirovan li Xurmatuyê binpê kirine werin darizandin.

    Berdevka Neteweyên Yekbûyî Lisa Trusel îro di konferanseke rojnamevaniyê ya li bajarê Cenevê de li ser rewşa navçeya Xurmatuyê hişyarî da hikûmeta Iraqê. Trusel amaje bi binpêkirinên di derheqên xelkên sivîl yên Xurmatuyê kir û ji ikûmeta Bexdayê xwest ku: "Ewên li Xurmatuyê mafên mirovan binpê kirine werine darizandin."

    Trusel da zanîn ku: "Bi hezaran ji niştecihên Xurmatuyê ku piraniya wan kurd in, bajar bi cih hîştine û berê xwe dane Herêma Kurdistanê, wan tirsa wê yekê hebûye ku tolhildan li hemberî wan were kirin û heta niha jî nevegeriyane." Lisa Trusel ji hikûmeta Iraqê xwest ku garantiya parastina xelkê sivîl ê Xurmatuyê bide û wan kes û aliyên ku li Xumratuyê mafên mirovan binpê kirine, radestî dadgehê bike.

    Di bûyerên 16ê Cotmeha yên piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê de, çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê êrişeke berfireh anînbûn ser Kerkûk û navçeya Xurmatuyê û ev der kontrol kiribûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji NY bo Sîstanî: Mafê destûrî yê kurdan bidin
    NY daxwaza destpêkirina hevdîtinên Iraq û Kurdistanê dike
    NY: Balafirxaneyan vekin û hilbijartinan jî bi paş bixin
    NY: Divê teqez hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê werin destpêkirin
    NY: Bi milyonan welatiyên Yemenê dikarin ji birçîbûnê bimirin
    NY: 741 sivîl hatin înfazkirin
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Etîketan:
    konferans, hişyarî, darizandin, Lisa Trusel, Swîsre, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de