02:19 23 Gulan 2018
    Mark Rutte

    Hollanda: Em hewil didin balafirgehên Kurdistanê werin vekirin

    © AFP 2018 / YOSHIKAZU TSUNO
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku ew hewil didin balafirgehên Herêma Kurdistanê werin vekirin.

    Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di civîna rojnamevanî ya li Brukselê de ragihand, ew derbarê krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re axivî ye û jê re behsa pêwîstiya vekirina balafirgeha Hewlêrê kiriye daku ew bikarin ji bo karên serbazî bikar bînin.

    Rutte diyar kir: "Em hewil didin ku bandora me hebe ji bo vekirina firokexaneyên navdewletî yên li bakurê Iraqê û bi taybetî jî li Hewlêrê."

    IRAQÊ PIŞTÎ REFERANDÛMÊ BALAFIRGEH JI FIRÎNÊ RE GIRTIBÛN

    Piştî referandûma serxwebûnê ku li 25ê Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê encam dabû û ji sedî 93 dengê belê derketibû, hikûmeta navendî ya Iraqê li ser herêma Kurdistanê çend siza û dorpêç sepandibûn ku yek ji wan jî girtina balafirxaneyan bû.

    Bi heman mijarî:

    Ji bilî xoxan çi bixwe, dê bimire
    Rûsya û Misrê, peymana destpêkirina seferên balafiran îmze kirin
    Aydar: Amerîkayê kurd nexapandin
    Trump: Em ê bi alîkariya Pûtînî kêfxweş bibin
    FOM: Li Rûsya vê yekşemê hilbijartin bibe Pûtîn dê ji %67ê dengan bistîne
    'Xortekî kurd beramberî 40 hezar dolarî ji DAIŞê hat rizgarkirin'
    Partiya IYIyê pêşniyara tifaqê li CHPê û HDPê kir
    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Destûrnedayîna hevdîtina Demirtaş neheqî ye
    Etîketan:
    Iraq, Hollanda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de