05:28 22 Çile 2018
Zindî
    Xurmatû

    Heşda Şeibî nehişt heyeta NYyê biçe Xurmatûyê

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin, piştî 16ê Cotmehê ku hêzên Iraqî Kerkûk û dorûbera wê kontrol kirin, şandeke UNAMI ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî xwestiye ji bo şopandina rastiya rewşê biçe Xurmatûyê, lê ji aliyê Tirkmenan û hêzên Heşda Şeibî ve hatiye astengkirin.

    Li gor nûçeya BasNewsê Berpirsê Karûbarên Mirovî yê Rêveberiya Germiyanê Bîstun Jaleyî daye xuyakirin, Tirkmenan û Heşda Şeibî rêgirî li şandeya UNAMIyê kiriye û nehiştiye karên xwe li Xurmatûyê bikin.

    'RÊ LI BER TÎMA UNAMI HAT GIRTIN'

    Bîstûn Jaleyî got, ‘Bi mebesta tomarkirina tawan û binpêkirinên derheqê kurdan ên li navçeyê têne kirin, tîmeke UNAMI serdana bajarokê Xurmatû kir, lê ji aliyê Heşda Şeibî rêgirî lê hat kirin û rê li ber karên wan hat girtin.'

    'LI XURMATU ZILM LI KURDAN TÊ KIRIN, DIVÊ HEYET BIXWE BIÇE RASTIYÊ BIBÎNE'

    Jaleyî herwiha diyar kir, ‘Niha kurd li Xurmatû di bin zilmê de ne, rastî teror û girtinê dibin. Xaniyên wan têne teqandin û şewitandin, rewşa Xurmatu gelekî xerabe. Lewma divê ew tîm serdana navçeyê bike û bixwe hewil bide rastiyê bibîne û tomar bike.'

     

    Bi heman mijarî:

    Rostem Qadrî: Niha tenê PDK-Î li dijî deshilatdariya Îranê şerê çekdarî dike
    ‘Hevdîtinên Cenev 8ê bi ser neketin'
    Pentagon: Li Sûriyê balafirên Amerîka û Rûsyayê pir nêzîkî hev bûn
    Rûsya û Erebistana Siûdî derbarê bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî de li hev kirin
    Onder: Bi ricaya dewletê bi hemû fermandarên PKKê re civiyam
    Pûtîn: Li Sûriyê rêya jiyana aştiyane vebû
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de