15:20 21 Çile 2018
Zindî
    PDKÎ - Pêşmergeyên Kurdistana Îranê

    Rostem Qadrî: Niha tenê PDK-Î li dijî deshilatdariya Îranê şerê çekdarî dike

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 11

    Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Qadrî got, "Tenê partiya wan niha xebata çekdarî li dijî desthilatdarên Tehranê dike û tev partiyên din yên Rojhilata Kurdistanê dest ji xebata çekdarî berdane.”

    Erdheja li Îranê
    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Rostem Qadrî ji Sputnîk Kurdistanê re da xuya kirin, "Li sala par me biryara destpêkirina xebata çekdarî li welat wergirt û tenê partiya me PDK-Î pêşmergeyan bo welat dişîne û operasyona li dijî desthilatdariya Îranê encam dide. Partiyên din yên Rojhilata Kurdistanê dest ji xebata çekdarî berdane."^

    ‘HÊZÊN ME LI KÊLE ŞÎNÊ Û NAVÇEYÊN SÎNORÎ HENE'

    Rêveberê PDK-Îyê destnîşan kir, "Niha pêşmergên me di hundirê welat de xebat dikin û îsal me du şehîd dane û di sala par de, me 22 şehîd dan, lê me derbeyên baş li dijmin dan û hêzên me li çiyayê Kêle Şînê û navçeyên ser sînorî hene."

    ‘TEHRAN BI HAWARA MEXDURÊN ERDHEJÊ DE NEÇÛ'

    Rostem Qadrî bal kişand ser rewşa lêqewimiyên erdhejê û got, "Cihê daxê ye ta niha weku pêwîst desthilatdarên Tehranê di hawara xelkê Kirmanşanê û gundewarên wê de nehatiye ku bo çendîn car hevrişî erdhejên mezin bû. Û niha hejmareke mezin ji xelkê wê navçeyê bê mal û hal mane û derbeder bûne. Herwiha hejmareke mezin ji malbatên wê deverê di bin xîvet de û li çol û aqara li bin sir û sermayê dijîn."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karên Derve ya Sûriyê nameyeke ku Amerîkayê şermezar dike şande NY
    Gumanbarên DAIŞê li ser sînor hatin desteserkirin
    Barzanî: Me bi referandûmê kilîta Kurdistanê girte destê xwe
    Aydar: Kurd êdî stûyê xwe ji kêrê re xwar nakin
    Li Kêrkûkê Pêşmergeyekî xwe kuşt
    Etîketan:
    Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de