02:34 26 Nîsan 2018
    Lêkolîner û dîroknas Kerem Serhatli

    'Şêx Ebdulselam Barzanî di nava kurdan de reformên girîng kirin'

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 20

    Dîroknas û lêkolîner Kerem Serhatli ragihand ku Şêx Ebdulselam gava li şûna bavê xwe tê ser eşîra Barzaniyan hewl dide gelek reforman bike û ev tişt gotin, "Ji dewleta Osmanî jî dixwaze zimanê kurdî bibe fermî, karmend û karkerên li Kurdistanê jî tenê kurd bin." Serhatli got, "Meseleya Şêx Ebdulselam bi tevahî kurdewarî bû."

    Îro 104em salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ye. Ew di 14ê Berfanbara 1914and e ji aliyê dewleta Osmanî ve hat bidarvekirin. Lê belê, Şêx Ebdulselam Barzanî kî bû, çi kir û çi dixwest? Em wekî Sputnik Kurdistanê ji bo bersiva van pirsan bi lêkolîner û dîroknasê kurd Kerem Serhatli peyivîn. Lêkolîner û dîroknas Kerem Serhatli beriya ku ji bo salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî li Şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî panelek pêşkeş bike, berisiva pirsên me da.

    ŞECEREYE BINEMALA BARZANIYAN

    Serhatli di destpêka axaftina xwe de behsa navê mezinên binemala Barzaniyan kir û ev nav hejmartin: "Navê kalikê vê malbatê yê herî mezin Mesûd e, navê kurê wî Seîd e, navê kurê wî jî Mele Bekirê Tacedîn e, ku şêxtiya vê malbatê ji Şêx Tacedîn dest pê kir. Heta wê çaxê şêxtî di nava vê malbatê de tune ye. Şêxtî ji vê demê dest pê kir û ji terîqeta Qadirî ne. Piştî wî Şêx Ebdurrehmanê kurê Şêx Tacedîn e, kurê ŞÊx Ebdurrehman Şêx Ebdullah e, kurê wî jî ŞÊx Ebdulselamê Yekemîn e, kurê wî jî Şêx Mihemed e. Şêx Mihemed jî, 5 heb kurên wî hene. Yek Ebdulselam e, ku yê mezin e û ew ê hatiye şehîdkirin, yê dudiya Şêx Ehmed e, yê sêsiya Mele Mistefa ye, yê çaran Mihemed Sidîq e, yê pêncan jî Mihemed e, ku jê re dibêjin Bavo."

    ‘ŞÊX EBDULSELAM TÊ ŞÛNA BAVÊ XWE RÛDINE'

    Kerem Serhatli diyar kir ku piştî Şêx Mihemedê bavê Şêx Ebdulselam di sala 1903yan de wefat dike, Şêx Ebdulselam dikeve şuna bavê xwe û dibe mezinê eşîra Barzaniyan û got, "Eşîra Barzaniyan jî ne tenê hebek e, çend heb eşîr in. Şîrwanî ne, Mîrzolî ne, Berjêrî ne, Gerdî ne, Bînecî û hwd. Ji van re dibêjin Barzanî. Dema Ebdulselam dibe serokê van eşîran û vê malbatê, Şêx Edbulselam di nava eşîrê de hinek tiştên nû çêdike."

    JI BO KURDAN MAFÊN NETEWEYÎ DIXWAZE Û DI NAVA KURDAN DE REFORMÊN GIRÎNG PÊK TÎNE

    Lêkolîner Serhatli ev tiştên nû yên ku Ebdulselam Barzanî çêkir wekî ‘reform' bi nav kir û wisa berdewam kir, "Ebdulselam digot, divê qelenê pîrekan ji ortê rabin, yanê di wexta zewacê de pereyan nedin. Divê bila her gündeki civateke çêbe, ew civat qerar û biryaran bide. Ji bo milkiyetê dibêje, kî dikare çi qas erd biajo, bila ew qas milkê wî hebe. Yenê ev tiştekî wekî reforma erd e, ku hêj ji Ebdulsealm dest pê kiriye, li dinyayê ev tişt tune ye. Kî karibe çi qas erd rabike, ew erd yê wî ye."

    ‘ULTÎMATOMEKÊ JI DEWLETA OSMANÎ RE DIŞÎNE'

    Herwisa Kerem Serhatli bal kişand ser ku bandora rewşa cîhanê bandor li ser van fikrên Ebdulselam kiriye û da zanîn ku wî pêşiya xwe dîtiye. Serhatli wisa berdewam kir: "Li mala Mihemed Nûrî Brîfkanî civînekê li dar dixe. Li wê derê radibe ultîmatomekê, îhtarnameyê ji dewleta Osmanî re dişine. Û wê çaxê sûretekê wê îhtarxnameyê Şêx Ebdulqadirê kurê Şêx Ûbeydûllahê Nehrî re dişîne, yekê ji Şerîf Paşa re, ku xelkê Silêmaniyê dişîne û hin tiştan dixwaze."

    DAXWAZÊN ŞÊX EBDULSELAM ÊN JI BO KURD Û KURDISTANÊ

    Lêkolîner Serhatli wisa behsa wan daxwaziyên Şêx Ebdulselam kir: "Şêx Ebdulselam dibêje, divê karmendên li Kurdistanê werin wezîfedarkirin, divê ew karmend bi kurdî bizanibin. Dibêje, gerek zimanê kurdî zimanê fermî be. Gerek kesên misliman li gorî şerîatê be û dibêje, ew baca kut ê komkirin, divê tenê li nava Kurdistanê were xerckirin." Kerem Serhatli bi taybetî bal kişand ser ku Şêx Ebdulselam dema behsa fermiyeta zimanê kurdî kiriye, behsa zimanê Osmanî nekiriye û got, "Meseleya Şêx Ebdulselam bi tevahî kurdewarî ye."

    ‘DEWLETA OSMANÎ LI HEMBERÎ DAXWAZÊN WÎ ARTÊŞEKE LEŞKERÎ DIŞÎNE SER'

    Serhatli ragihand ku dewleta Osmanî li ser van daxwazên Şêx Ebdulselam hêzeke artêşê dişîne ser wan û got, "Hêza Osmaniyan têk diçe." Kerem Serhatli di derbarê dîroka qewimîna van bûyeran de dest nişan kir ku, ev bûyer di sala 1908an de diqewimin û wisa lê zêde kir: "Ev heta nêzikî 1910an dewam dike. Fazil Paş dibe waliyê wir. Fazil merivekî hebkî baş bû. Di nava xwe de peymanekê çêdike û ew şer disekine."

    TELGRAFA ŞÊX EBDULSELAM JI BO DEWLETA OSMANÎ

    Serhatli li ser vê mijarê behsa telgrafeke Şêx Ebdulselam Barzanî kir, ku wî ew ji arşîva Osmanî ya Stenbolê wergirtiye, û got, "Şêx Ebdulselam di wê telgrafa xwe de ji dewleta Osmanî re dibêje, Min bihîstiye ku herba Balkanan çêbûye. Birayên min li wir di şer de bin, ez li vir di rihetiyê de bisekinim, ez gelek aciz dibim. Ji bo vê yeke min 12 hezar leşker li hev civandine û ji bo rêberiya wan bike fermandarekî û 10 heb leşker bişînin, li ser rêya Wan, Erziromê û Trabzonê xwe bigihînin behrê û werin hawar birayên me yên dînî yên di şerê balkanan de." Kerem Serhatli derbirî ku dewleta Osmanî li ser vê yekê xelatekê ji Şêx Ebdulselam re dişîne, ku ji wê xelatê re dibêjin xelata mecidiye ya 4em û spasiya wî dikin.

    Telgrafa ku Şêx Ebdulselam Barzanî ji bo Dewleta Osmanî şandiye.
    © Sputnik /
    Telgrafa ku Şêx Ebdulselam Barzanî ji bo Dewleta Osmanî şandiye.

    ‘ŞÊX EBDULSELAM BI SIMKO AXA RE BI HEYETEKE RÛSÎ RE HEVDÎTINÊ DIKE'

    Dîroknas Serhatli anî ziman ku di salên 1912-1913an de Waliyê Mûsilê Silêman Nazîf jî, ku xelkê Diyarbekirê ye û kurê Seîd Paşayê ji Farqînê bû, radibe artêşeke mezin dişine ser Şêx Ebdulselam Ebdulselam û ji bo wê demê ev tişt bi lêv kirin: "Şêx Ebdulselam derbasî cem Simko Axa, yanê Îsmaîl Axayê Şikakî dibe û diçin Tîflisê bi heyeteke Rûsî re diaxive. Di dema vegerê de Şêx Celaledîn û Sofî Evdilla dibin yek û Şêx Ebdulselam dikin mêvan. Belgeyên van di destê min de hene. Ew nahêlin Şêx Ebdulselam biçe û dibêjin îla tê bibî mêvanê me. Wî dikin mêvan û bi şev Sofî Ebdullah bi Şêx Celaledîn û du merivên xwe re Şêx Ebdulselam digirin û xeberê dişînin ji leşkeriya Wanê re. Wê çaxê Fewzî Çakmak hîn serpel bû, ciwan bû. Fewzî Çakmak bi leşkeran re tê û Şêx Ebdulselam ji wir hildidin û dibin Wanê."

    ‘WALIYÊ KU ŞÊX EBDULSELAM BI DARVE DIKE, KURDÊ DIYARBEKIRÊ SILÊMAN NAZÎF BÛ'

    Kerem Serhatli dest nîşan kir ku gava Fewzî Çakmak dixwaze Şêx Ebdulselam li Wanê mehkeme bike, Waliyê Mûsilê Silêman Nazîf bi vê yekê dihese û Serhatli bal kişand ser van tiştan: "Waliyê Mûsilê Silêman Nazîf gava bvê yekê dihese, dibêje, qet nabe hûn wî li wir mehkeme bikin, hûn ê wî bişînin cem min. Û leşkerên li Wanê Şêx Ebdulselam hildidin û tînin teslîmê Silêman Nazîf dikin. Silêman Nazîf, him Walî bû, him paşa bû him jî dadger bû, tavilê wî û du hevalên wî bi darve dike. Silêman Nazîf piştî bidarvekirina Şêx Ebdulselam biryara birdarvekirina wî dişine Stenbolê û tê tesdîqkirin."

    ‘GELEK XELÎFEYÊN KURDAN JI BO KURDAN SERÎ HILDAYE'

    Serhatli parast ku ji serî heta binî ti xayîntiyeke malbata Barzaniyan çênebûye û got, ew her tim ji bo doza neteweyî xebitîne. Kerem Serhatli di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt gotin, "Dused heb xelîfeyên Mewlana Xalidê Şehrezûrî hebûn. Ji van 32 xelîfe kurd bûn, ji wan 32 jî 4 xelîfeyên girîng derketine. Yek, Seydayê Nehrî ye, ku kurê wî Ûbeydûllahê Nehrî di sala 1881an de rabûye serî hildiye. Yê duyem Şêx Ebdulselamê Yekemîn e, xelîfeyê Şêx Xalid û bavê Şêx Mihemed e. Ji ziruyeta wî Şêx Ebdulselam Duyemîn hatiye û wî jî serî hildaye ji bo kurdan. ŞÊx Eliyê Palewî ye, ku neviyê wî Şêx Seîdê Palewî jî rabûye serhildanê. Û yê çaran, tiştekî balkêş, Şêx Şamilê Çaçan e, ku wî jî serî hildaye."

    Bi heman mijarî:

    Dîroknasê Tirk sedema wendakirina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî vegot
    Dîroka zindî û şahida buyerên serhildana Şêx Seîd: Pîra 130 salî
    Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
    Seyid Riza û hevalên wî 80 sal berê weke îro hatin darvekirin
    'Kamiran Bedirxan di tevahiya jiyana xwe de Kurdî û Kurdistanî bû'
    Etîketan:
    bidarvekirin, Nivîskar û dîroknasê kurd, Kerem Serhatlî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Diyarbekir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de