22:43 22 Çile 2018
Zindî
    Leşkerekî Iraqê li Pirdê ya nêzî Kerkûkê ala Kurdistanê ji cih radike

    Lahor Şêx Cengî: Çi bi şer, çi bi aştî emê vegerin Kerkûkê

    © AP Photo/ Emad Matti
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Serokê Ajansa Zanyarî û Parastinê Lahor Şêx Cengî ragihand, ‘Çi bi xweşî, çi bi nexweşî, bi aştî yan jî bi şer ew dê vegerin Kerkûkê.’

    Lahor Şêx Cengî di axaftina xwe ya roja Çarşemê (13.12.2017) ya li bajarê Ranya ku li hember malbatên şehîdan axivî de got, "Em dest ji Kerkûkê û navçeyên nakokî li ser bernadin û bi xweşî be yan nexweşî be, bi aştî be yan bi şer emê wan vegerînîn ser Kurdistanê."

    'GER IRAQ BÊHTIR MAFÊN KURDAN BINPÊ BIKE, EMÊ BI ŞER VEGERIN NAVÇEYÊN NAKOK'

    Şêx Cengî herwiha tekez li ser wê yekê kir, "Eger hikumeta Iraqê bêtir mafên destûrî yên kurdan binpê bike, bi şer emê vegerin bo navçeyên Kurdistanî û car din azad bikin."

    'ABORIYA SERBIXWE BÛ SEDEMA QUTKIRINA MÛÇEYÊN HERÊMA KURDISTANÊ'

    Lahor Şêx Cengî li ser rewşa aboriya herêma Kurdistanê jî got: "Aboriya serbixwe ew bû ku nefta Kurdistanê bê haydariya parlamen û civata wezîrên Kurdistanê hate şandin bo derveyî welat û aboriya serbixwe bû bela û hikumeta Iraqê handa (palda) ku bike behane budçe û mûçeyên herêma Kurdistanê qut bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê ku dev ji Tevgera Goran berda bû li hikûmetê Herêma Kurdistanê vegeriya
    Erdogan û Rûhanî civiyan
    HSD: Li Dêra Zorê 9 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
    'Hîn Amerîkayê bawerî bi serkeftina Ebadî ya dijî DAIŞê neanîye'
    'Amadebûna Amerîka ji bo diyaloga bi Koreyê re sînyaleke baş e'
    Parlamentoyê bersiv da Şêx Cengî: Belgeyan pêşkeşî dozger bike û li dadgehê xwe biparêze
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de