12:10 25 Gulan 2018
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Wezîrê ku dev ji Tevgera Goran berda bû li hikûmetê Herêma Kurdistanê vegeriya

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, piştî ku dev ji Tevgera Goran berda, careke din weke Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kir.

    Rêbaz Hemlan, namzedê Tevgera Goran bû ji bo postê Wezareta Darayî û Aboriyê, lê ji ber bûyerên 12ê Cotmeha 2015an tevî wezîrên din yên tevgera Goran ji kar hatibû dûrxistin.

    Paşê Hemlan bi nameyeke fermî ragihandibû ku wî dest ji Tevgera Goranê berdaye. Hemlan di nameya xwe ya îstîfayê de sedema vê biryara xwe vegerandiye bo wê çendê ku Goran piştgiriyê nade referanduma serxwebûna Kurdistanê. Hemlan nameya xwe ya îstîfayê di 19ê Îlona 2017an de aşkere kiribû.

    Piştî ku Hemlan dev ji Tevgera Goran berda, îro bi awayekî fermî wekî Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kir.

    Li ser vê mijarê, perlemanterê Tevgera Goran Bêstûn Fayiq ragihand ku: "Ti pêwendiya Rêbaz Hemlan bi Tevgera Goran re nema ye û vegera wî ya ji bo wezareta Darayî, ne ji dûr û ne ji nêzîk ve bi bernameya siyasî ya Goranê re ne eleqedar e.

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Etîketan:
    Goran, wezaret, bûyer, Rêbaz Hemlan, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de