18:39 26 Gulan 2018
Referandûm - Kurdistanê

'Siyaseta Ebadî bû sedem ku helwesta Amrîkayê li hemberî Kurdistanê biguhere'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Çavdêrî siyasî Edalet Ebdullah diyar kir ku dibe li Iraqê di nav hêzên Heşda Şeibî de çêbibe û got, ji bo Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wekî qehreman were xuya, Iraq ji bo şerekî li dijî Herêma Kurdistanê xwe amade dike.

Edalet Ebdullah ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand, "Aemrîka û welatên rojavayî yên wekî Brîtanya, Fransa û Almanya Iraqeke federal dixwazin, wekî ku Ebadî niha hewl dide dewleteke navendî ava bike, dewleteke navendî naxwazin."

Heyder Ebadî
© REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
'SIYASETA EBADÎ BÛ SEDEMA GUHERÎNÊ'

Ebdullah daxuyand ku siyaseta Ebadî ya li hemberî Herêma Kurdistanê û paşguhxistina daxwaziyên kurdan bû sedem ku Amrîka û welatên rojavayî helwesta xwe li hemberî Iraqê û Herêmê biguherînin û ev tişt gotin, "Herwisa ew bi awayekî eşkere û zelalî di çarçoveya Iraqeke federal û demokrasiyê de behsa mafên kurdan dikin. Daxuyaniya Rex Tillerson Wezîrê Derve yê Amrîkayê û Serokomarê Fransa, Serokwezîra Brîtanya û berpirsên Almanyayê di van rojan de li hember Iraq û Herêma Kurdistanê di derbarê vê guhertinê de belgeyên eşkere û zelal in."

Edalet Ebdullah got, "Bûyerên Duzxurmatûyê û helwesta hikûmeta Iraqê li hemberî gelê kurd bi giştî û bersivnedana daxwaza hikumeta herêmê ji bo destpêkirina danûstandinan û pozbilindiya Ebadî bû sedem ku Amrîka bibêje, em Iraqeke federal û demokrasî dixwazîn û di çarçoveya Iraqê de piştevaniya mafên gelê kurd dikin."

‘DIBE DI NAVBERA ŞÎIYAN DE ŞER BIQEWIME'

Çavdêrî siyasî Edalet Ebdullah derbirî ku Heşda Şeibî ji çend hêz û baskan pêk hatiye û tev baskên wê dixwazin xwe bi hêz bikin û bibin xwedî desthilat. Lê Ebadî jî li Iraqê naxwaze ji wan baskan ti bask hîç nebe xwediyê rol û hêz û desthilatek. Îcar eger li Iraqê ti şerekî din nebe, dibe nakokiyên di navbera wan baskên şîiyan de bigihêje asta şer û lihevxstin. Şîî bi çend lîst û baskên ji hev cuda amadehiya hilbijartinan dike, daku desthilatiyê werbigirin."

Bi heman mijarî:

Kurdên Herêma Kurdistanê nikarin biçin umreyê
Şandeya hikûmeta Kurdistanê bi şandeyeke Parlamentoya Kurdistanê re civiya
'Referandûma Kurdistanê pêşmerge û hêzên Iraqê ji hev cuda kir'
Komîsyona hilbijartinan li Herêma Kurdistanê dixwaze 3 hilbjartinan bi hevre bike
Şirketa Norwecê li Kurdistanê hilberîna petrolê 3 qat zêde kir
Etîketan:
guherandin, Çavdêrî Siyasî, Edalet Ebdullah, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de